Neh sivîl ji Malbatekê li bajarokê Şe’fe li gundewarê Dêra Zorê bi sedema êrîşeke Rûsî bi firokên cengî û armankirina xaniyê wan şehîd kertin.
Herwiha hindek Çalakvanan ji Bûkemal li gundewarê Dêra Zorê tekez kirin ko Firokên Rûsî yên Cengî Bajarokê Şe’fe li Bajarê Bûkemal ê gundewarê Dêra Zorê li rex sînorê Îraqê di 20ê Çilê Pêşî de armanc kirin, di encamê de malbatek bi tevayî şehîd kert, û hinên din birîndar bûn, û diyar kirin ko wan êrîşan bi mebest malên sivîlan amanc kirin.
Çalakvanan navê qurbaniyan belgeh kirine, ew jî ev in(Tahir Xelîl Elzekiya û hevjîna wî û Qusey Xelîl Elzekiya û şeş zarokên malbata (Tahir).
Rûsya ji destpêka têwerdana wê ya leşkerî ji du Salan ve, berdewam sivîlan û bargehên zindîdar li bajar û bajarokên Sûriyê bi mebest amanc dike, ko bûye sedem ku bi hezaran sivîl şehîd bikevin û birîndar bibin, û bi sedan bargehên zindîdar û yên xizmetguzarî wêran bibin, û rêkxisitnên navdewletî û yên xwecihî ev yek tekez kirine, û hevbendiya niştîmanî ya hêzên şoreşê û hevekiya sûriyê ew pirotesto kirine.
Hevbendiya niştimanî ji civaka navdewletî xwest ko tev bigere ta ko pêrabûnên rêjîma Esed û Rûsya derheqê sivîlan rawestînin, û got ku daxuyaniyên nûnerên dewletên kartêker piştî her kuştareke rêjîma Esed û Rûsya tu fişarê pêk nayênin, her weha civaka navdewletî bêguneh nakin beraber berpirsiyariyên wê yên yasayî û mirovî yên rizgarkirina sivîlan û parastina aştî û ewlekariya wan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî