Kampaniya piştgiriya zarokekî Sûrî yê bi navê “Kerîm” ya ji bo daxwaza rawestandina tawanên rijêma Esed li dijî sivîlên Xûta rojhilat, li ser asta xwecihî û cîhanî berferh û belav dibe,.
Hêjayê gotinê ye ku “kerîm” ê zarok yê du heyvî, çavê wî yê çepê hatibû der û kuloxê wî şikestibû û dayîka wî hatibû kuştin bi sedema topbarankirina bajar û bajarokên Xûta rojhilata Şamê bi awayekî hovane ji aliyê hêzên Rijêmê.
Û serokwezîrê Libnanê Se’ed Elherîrî tevlî kesayetiyên navdar bû, yên piştgiriya xwe ligel Kerîmê piçûk ragihandin, herwiha balyozê Birêtaniya li NY “Masiyo Raykroft” li ser malpera xwe li ser “Twitter”ê wêneyekî xwe belav kiribû û têde çavekî xwe girtibû û bi zimanê Ingilêzî bal kişandibû ku ew piştgiriya xwe ligel zarokê çavê wî hatiye der nîşan dide, û gotibû “em li encûmena ewlehiyê kom dibin û hişyariyê didin ku nestandina biryaran tê bi wateye mirina mirovên zêdetir, û bombebarankirina xwendingehên zêdetir û şêwandina zarokên zêdetir, û em vê yekê dibêjin: Pêwîst e bombebarankirin û dorpêçkirina Xûta rojhilat bidawî bibe”.
Û yarîzanê fotbolê yê Firensî ” Firank Rêbîrî” jî bi heman şêweyî li ser malpera “Instagram” tevlî kampaniyê bû, û hevjîna yarîzanekî Elmanî yê Bayrin Miyonx tevlî kampaniyê bû.
Ji aliyên xwe ve, hejmarek rojnamevan û karmendên rojnameya “Bîld” ya Elmanî tevlî kampaniyê bûn û wêneyekî bikom û bigirtina çavekî xwe belav kirin, û karmendekî rojnameyê li ser heman mijarê got: “tişta em pê rabûn bi tenê amajepêkirineke bêkêr bû, ku Bişar Esed navçeyê dorpêç dike û li ser wan dermannû xwarinê qot dike û çend dezgehên xêrxwazî bi tenê hewl didin ji bo gihandina xwarinê bo navçeya dorpêçkirî, ji ber wiha pêwîst e em piştgoriya kampaniyê bikin, ji bo ji Sûriyan re bêjin em li rojnameya Bîld we ji bîr nakin”.
Di heman mijarê de, karmendên ajansa ” Anadol” li pêşiya avahiya rêveberiya giştî ya ajansê li paytexta Tirkiyê Enqera bi heman şêweyî û bi bilindkirina wêneyekî mezin yê “Kerîm” pêştgiriya xwe ragihandin.
Hêjayê gotinê ye ku bi sedema pîsbûna xwarinê li şeş heyvên borî 12 zarokan jiyana xwe li Xûta rojhilat jidest dan, û hin çavkaniyên pizîşkî li Xûta rojhilat bal kişandin ku 195 zarok libin gefa mirinê ne bi sedema belavbûna nexweşiya lawazbûna hestiyan ji encama xwarina kêm, û kulbûna mêlakê û êşa zirav bi sedema nebûn û nedana vaksîndanên pêwîst.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî