Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiyê: Danûstandina Navdewletî ya Lawaz bi Komelkujiya Esed ya Kîmawî ya Gotayê re Hişt ku Rijêma Esed Komelkujiyan li Gelek Parêzgehên Sûrî Pêk Bîne

August 20, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Serokê Hevbendiyê: Danûstandina Navdewletî ya Lawaz bi Komelkujiya Esed ya Kîmawî ya Gotayê re Hişt ku Rijêma Esed Komelkujiyan li Gelek Parêzgehên Sûrî Pêk Bîne

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, peyvek bi boneya nehemîn salvegera bikaranîna çekên kîmawî li Gotayê yaku rijêma Esed jehra gaz sarîn dijî sivîlan lê bi kar aniye û 1400 kes xeniqandine, di yek ji mezintirîn tawanan bi dirêjiya dîroka nûjen de, pêşkêş kir.

Û Elmislit di axaftina xwe de got Çêkerên biryarê li cîhanê guh nedan bêhnçikîn û helke-helka zarokên ku di komelkujiya Esed a kîmawî de li Gotaya Şamê xeniqîn, ew çêkerên biryarê yên hiştine ku ev sîstema  tawankar li Sûriyê desthilatiya xwe bidomîne, piştî yanzdeh salan ji pêkanîna komkujîiyê dermafê gelê Sûriyê.

Û Elmislit berdewam kir û got ku ji encama serederiya lawaz a cihê matmayînê bi komelkujiyê re, tevlî tekezkirina Komîteya Lêpirsînan a Navdewletî ya Serbixwe ku rijêm berpirse di ber wê tawanê de, ew rijêm hîn komelkujiyên xwe berdewam dike, û ta niha jî li gel hevalbendên xwe û milîsên terrorist gelê sûriyê dikuje û dorpêç dike û welatê wî wêran dike.

Û Elmislit bal kişand ser ku civaka navdewletî ew qurbanî paşguh kirin, û hişt ku rijîma Esed siza nebe, rijêma ku biryara navdewletî 2118 binpê kir, û çendîn caran çekên kîmawî bikar anîn, û heya niha lêpirsîna rijêmê nehatiye kartêkerkirin, tevî ku Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe berpirsyariya rêjîma Esed di ber êrîşên kîmawî de tekez kir, lêbelê wê piştguhkirinê birînên Sûriyê kûrtir kirin.

Û bal kişand ser ku wê komîteyê bi xwe berpirsiyariya rêjîma tawankar di ber 32 tawanên cengê yên ku rijêmê bi çekên kîmawî pêk anîne çesipand, û ev yek jî li gorî Beşa heftan ya bendê 21ê ji biryara navborî, liveke navdewletî dixwaze.

Elmislit tekez kir ku rêbaza rijîma Esed û yên li pişt wê weke Îran û Rûsiya eşkere ye, ew rêbazeke xwînrêjî û tawankarî ye, û li ser bingeha kuştin, teror, girtin û binçavkirinê ava bûye, û hêviya hin dewletan ku rijêm riftarên xwe biguhêre windakirina demê ye,  ji ber ku tawanên wê û yên piştgirên wê li Okranya bi heman şêweyî dubare dibin.

Û Elmislit di axaftina xwe de, bang li civaka navdewletî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabe û rêjîma Esed li ser tawanên wê siza bike, daku dadmendiyê ji şehîdên Sûriyê û gelê ku di trajediyeke mirovî ya bêhempa de dijî re pêk bîne.

Her weha Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza liveke kartêker di çarçoveyeke demkî de kir, yaku cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 misoger bike, û veguhestina siyasî li Sûriyê pêk bîne, û dev ji berepêkên kujer ên bobelatê kûrtir dikin berde.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Şandek ji Hevbendiya Niştimanî Erkê Sersaxiyê bo Malbatên Şehîdên Komelkujiya Babê Pêşkêş Dike

Şandek ji Hevbendiya Niştimanî Erkê Sersaxiyê bo Malbatên Şehîdên Komelkujiya Babê Pêşkêş Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.