Sûriya ket serê lîsteya 2017 ya metirsîdartirîn deverên cîhanê ji aliyê gihandina alîkariyan, piştî berdewamiya rêjîma Esed di armanckirina karwanên alîkariyên navdewletî de.
Û “ Rlxistina Navdewletî ya Koçberiyê” ,roja çarşembê 3 çilê pêşî, lîsteyek derbarê metirsîdartirîn deverên cîhanê sebaret gihandina alîkariyên mirovî li ser rûpelê xwe yê “Tweter” belav kiriye.
Û rêjîma Esed hejmarek ji bajar û bajarokan li Sûriyê dorpêç dike, û Xûta ya gundewarê Şamê wek mezintirîn devera dorpêçkirî tê dîtin, û 400 hezar sivîl lê dijîn, û bidehan kes lê şehîd ketine ji encama sermê û birçîbûnê ji destpêka sepandina dorpêçê li ser ji berî pênc salan de.
Û Hevbendiya niştimanî ya Sûrî bi mebest derbaskirina alîkariyan qedexe dike, û dorpêçê li sivîlan teng dike, ji box xelk koçber bibin û guhertina demografî pêk bîne, wek ku li Dareya ya gundewarê Şamê û taxên Hims ên kevn û deverin din dibe.
Û agahiyên hatine dibêjin ku 29 kes ji kadroyên şandên mirovî ên navdewletî par hatine kuştin.
Û kerwanên ku alîkariyên mirovî dibirin deverên dorpêçkirî gelek caran hatine bombebarankirin, û di encamê de hejmarek ji kadroyên şandên mirovî her weha kesên xwebexş hatine kuştin û birîndarkirin.
Û neteweyên yekbûyî berpirsyariya têkçûna NY di gihandina alîkariyan de bo kesên hewcedar xist hustê rêjîma Esed de.
Û şêwirdarê NY ê derbarê karûbarên mirovî, Yan Igland, di daxuyaniyekê de li baregeha rêxistina NY li cinêvê, par, di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “NY di gihandina alîkariyên mirovî ji hewcedaran re li Sûriyê têk çû, û em berpisyariyê dixin hustê rêjîmê de”.
Û Igland got ku Xûta Rojhilat mezintirîn derdeseriyan dikşîne, û rêjîma ku wê dorpêç dike hêsankariyan pêşkêş nake ji bo gihandina alîkariyan ji wê deverê re.
Û endamên Encumana Ewlekariya Navdewletî heva bûrî li ser pirojebiryarekê deng dan ji bo gihandina alîkariyan bo Sûriyê heta dema salekê.
Û pirojeyê biryara nû dibêje ku divê alîkarî bigihên deverên rikberiya Sûrî ta 10ê heyva çilê paşî yê sala 2019, û emîndarê giştî yê netewên yekgirtî wê şîretan pêşkêş bike ji bo mukumkirina çavdêriya kemyonên barên alîkariyan.
Tê zanîn ku 13 milyon kesên Sûrî hewcedarî alîkariyên mirovî ne, û 6.3 milyon ji wan alîkariyên bilez ji wan re divên ji ber operesyonên şer û derbiderbûnê, li gor ku Mark Lokok hevrêzkarê NY ê hewarhatina awarte dibêje.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî/ Ineb Beledî