133 dezgehên civaka sivîl ya Sûrî ragehandin ko kongirê danûstandina niştimanî ya li bajarê Sotşî yê Rûsî roja 29 û 30 ji vê meha çileyê paşî red kirin, û dibînin ko ew kongir metirsî ye li ser operasiyona aştiya rastî li Sûriyê.
Koma dezgehan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de tekez kir ku kongirê Rûsya pê rabûye rê nade ko beşdarbûn wek tê xwestin nûnerîtiya Sûriyan bike.
Û yên li ser daxuyaniyê imze kirine gotin ko pêşniyaza li Sotşî ne dadmend e û bawerî pê nayê, lê wê bêtir operasiyona aştiya Cinêvê û hemû biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar têk bide, ji wan jî biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254.
Dezgehan bêtir gotin ko têwerdana Rûsya di Sûriyê de û bikaranîna wê ya gelek caran ji mafê redkirinê re li Encûmena Ewlekariyê, dihêle ko Rûsya aliyekî nakokiyê be, û gotin ku ji ber kirdeyên wê di Sûriyê de em Rûsya wek navgînniyekî bêlayen nabînin, û kêr nayê ew çavdêr be ji çi danûstandina niştimanî re.
Û gotin ku operasiyona siyasî ya rastîn ew e ya Netewên Yekgirtî birêve dibe, û hêj ew pêvajoya tenê ya rewa ye ya ko miletê Sûrî wê bêlayen dibîne.
Dezgehên sivîl di daxuyaniya xwe de dibînin ku kongirê Sotşî pêşindeyên biryarên Encûmena Ewlekariya navdewletî ya hejmar 2254 û operasiyona ko Netewên Yekgirtî birêve dibe têk dibe, û dixwaze rewayê bide rêjîma Esed, û dibînin ko beşdarbûna şandyarê taybet yê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora di Sotşî de, derketinek metirsîdar e ji pêvajoya Cinêvê ya ko Netewên Yekgirtî serpereştiya wê dike.
Yên daxuyanî imze kirine daxwaz kirin ko operasiyona siyasî ya bawerî pê heye û Netewên Yekgirtî serpereştiya wê dike berdewam bibe û civaka sivîl ya Sûrî bidiristî tê de beşdar bibe. Her weha daxuyaniyê daxwaz kir ko giring e kirdeyên bêserûber bidawî bibin, û dorpêç rabe, û berdana girtiyên siyasî û kesên bi kotekî hatine girtin dabîn bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Elquds Elerebî