Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê li bajarê Kobanê roja Înê 5/1 êrîşî cihê lidarketina konfirnasa Partiya Yekîtî Demoqratî Kurdistanî ya endam di ENKSê de kirin û endamên kongir hemû girtin û piştî çend demjimêran ew serbest berdan.
Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî derbarê rêgirtina girêdana konfransê Yekîtî de ji me re ragihand ku bi dehên çekdarên PYDê êrîşî cihê girêdana konfrans li gundê Şkeftê li gundewarê Kobanê kirin, û tevaya endaman girtin û rewşeke tirsandinê li nav gund belav kirin.
Mistefa nîşan da ku çekdarên PYDê rê nadin Encumana Niştimanî ya Kurdî li Kobanê ku karê xwe bike, û bal kişand ku di sala 2017 de bi dehan endam û alîgirên ENKSê girtin bi amanca ku jiyana siyasî bi dawî bikin.
li ser kiryarên PYD Mistefa da xuyakirin ku xelkên Kobanê eşkere dibêjin ku kiryarên PYD ji kiryarên rêjîma Esed xirabtir in û got: Partiyên Kurdî di dema ku rêjîm hebû karîbûn civatên xwe li dar bixin tevlî astengiyan lê îro PYD rê nade li darxistina civateke rêxistinî.
Mistefa bal kişand ku Kobaniyan gelek qurbanî danîne, û bi hezaran welatî Birîndar bûn û kobanî ji bingehê de hate hilweşandin û piraniya xelkên wê koçber bûn tenê PYD ji berjewendiyên xwe re kar dike.
Di dawiya gotina xwe de Mistefa tekez kir ku kiryarên PYD li hember ENKS dijayetiye ji proja netewî ya Kurdî re, lê wê karê ENKS berdewam be ta gelê Kurd bigehê mafê xwe yê rewa li Sûriyê.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî