Hin çalakvanên Sûrî li Idlibê gotin ku êrîşên balafirên cengê ên Rûsî; doh yekşemê bi şev, bûn sedema kuştina 16 sivîlan, û birîndarbûna hinên din, li gundewarê başûr û yê rojhilatî parêzgeha Idlibê.
Û çalakvanan gotin ku balafirên Rûsî gundê “Fe’lûl” bi hejmarek ji êrîşan armanc kirin, û di encamê de 12 sivîl şehîd ketin, her weha bombebaran bû sedema wêraniyek mezin di malên xelkê û navendên giştî de.
Û bombebarana balafirên Rûsî ji mirîşkxaneyekê re ku hin derbideran ew ji xwe re kiribû war li derdora bajarokê “ Kensefra” li çiyayê Zawiyê li gindewarê Idlibê yê başûr, bû sedema şehîdbûna çar sivîlan yek ji wan zarok bû, û hinên din birîndar bûn.
Û bi bombebaraneke bi mûşeken, jêdera wê nenaskirî bû, li ser taxa “Kolana 30” li başûrê bajarê Idlibê doh yekşemê êvarî, 32 kes şehîd ketin û sivîl jî di nav wan de hebûn, û bêhtir ji 100 kesên din birîndar bûn.
Û balafirên cengê ên Rûsî û ên bi ser heêzên asîmanî ên rêjîmê ve, di helmeta xwe ya hemecî de berdewam in li dijî gundewarê Îdlibê yê başûr û yê rojhilat, û ew helmet ketiya hefteya xwe ya sêyemîn de, û hejmarek ji komelkujiyan pêk anîne û bidehan ji sivîlan şehîd xistine, her weha bi hezarên malbatan ji malên wan derbeder kirine.
Û ji hêla xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku tiştê li Xûta Şamê û parêzgeha Idlibê pêk tê, di riya armanckirina rêjîmê û Rûsiya ji deverên sivîlan re, berdewamî ji têkçûna civaka navdewletî re ye, ji ber wê nikariye raje berpirsyariyên xwe yên jê tên xwestin.
Û hevbendiyê hişyarî dan derbarê berdewamiya helwesta nerênî ya civaka navdewletî, ku wê xwe yekcarî dûrî wan tewanên ku rêjîm û piştgirên wê dijî Sûriyan dikin, bi bikaranîna bermîlên teqîner û bombeyên goşî û çekên kîmawî jî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê