Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de got ku wan şehîdbûna 112 kesan ji kadirên bişîkî û karmendên berevaniya sivîl li Sûriyê sala 2017ê belgeh kirine, ji wan 51 bi destê hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê û 23 bi êrîşên firokên Rûsî şehîd ketine.
Toreyê şehîsbûna 8 karkerên biwara bijîşkî û yên çareserkirina lezgîn di êrîşên hevpeymana navdewletî û 3 kadir bi destê milîtanên PYD ya tirorist û 5 karker bi destê rêkxistina Daiş belgeh kirine. Her weha raportê kuştina 19 kesan bi destê aliyên ko navê wan “nediyar” nivîsandine.
Raportê destnîşan kir ko aliyên sereke yên şer dikin ew in berpirsên 243 êrîşên li ser bargehên bijîşkî û navendên berevaniya sivîl û heyva sor di sala 2017ê de , û tekez kir ko rêjîma Beşar Esed berpirsa 117 êrîşanê ji wan e, beraber 92an bi destê hêzên Rûsî.
Raporta toreyê got ku 7 ji êrîşên li ser bargehên bijîşkî hêzên hevpeymaniyê pêk anîne, her weha alayên leşkerî 4 êrîş dijî bargehên bijşkî û turumbêlên hawarhatinê û navenda heyva sor pêkanîna.
Raportê berpirsiyarî da ser Encûmena ewlekariyê ko dive ew ewlehî û aştiyêji bo Sûriyan pêkbîne, û nirxên wan ên kulturî û arkolojî û hunerî ji wêraniyê biparêze, û toreyê ji rêkxistinên navdewletî daxwaz kir ko xwebexşan bişîne herêmên nemetirsîdar, ji bo bi hewara nexwaşan ve herin.
Toreyê di raporta xwe de ji Rûsya daxwaz kir ko rêjîma Esed ji têkbirina peymana herêmên kêmkirina pevçûnan vekişîne. Û dest bi vekolîna binpêkirinan û kêşeya girtiyan û kesên windayî li Sûriyê bikin, di rêya diyarkirina çarenivîsa 76hezar kesên wendayî.
Toreya mafên mirovan di raporta xwe de daxwaz kir ko sizayên navdewletî berfireh bike, da rêjîma Rûsî û Îranî yên ko destê wan rasterast di pêkanîna tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovantiyê de li dijî miletê Sûrî heye siza bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî