Tora Sûrî ya mafê mirov duhî raportek belav kir û têde eşkere kiriye ku 6243 bermîlên teqîner ji aliyê rijêma Bişar Esed li ser taxên sivîlan sala 2017’an hatine avêtin.
Tora mafperwer di raporta xwe de gotiye ku 130 kes li tevaya Sûriyê bi sedema bermîlên teqîner hatine kuştin, ji wan 55 zarok û 32 jin in, û bal kişandiye ku 312 bermîl ji aliyê hilîkopterên Rijêmê li ser navçeyên rizgarkirî li heyva çilê pêşî yê borî bitenê hatine avêtin.
Ligor heman raportê, parêzgeha Der’a di serê lîsteya pirbûna hejmara qurbaniyên bermîlên teqîner bi 43 sivîlan hatiye, û di pey re bi rêzê Hema û Heleb û Idlib û gundewarê Şamê û Dêrazorê û Himus û Reqê hatine, û diyar kiriye ku bi rêjeya 99% ji qurbaniyan sivîl in, û bi rêjeya 12% heta 35% jin û zarok in.
Raportê bal kişandiye ku li sala borî 22 xalên nişteciyan ji wan 7 mizgeft û 5 navendên pizîşkî li navçeyên welat bi bermîlên teqîner hatine bombebarankirin, tevî bombebarankirina nanpêjgehekê û navandeke xizmetguzariyê û kampeke penaberan.
Her weha di raportê de hatiye ku bermîlên teqîner li destpêka çiriya paşiyê 2012’an bo yekemîn car ji aliyê hêzên Bişar Esed li Sûriyê li dijî xelkê bajarê Silqîn li parêzgeha Idlibê hatin bikaranîn.
Hêjayê gotinê ye ku herjmara bermîlên teqîner yên li sala 2016’an ji aliyê Tora Sûrî ya mafên mirov bi 12958 bermîlan hatibû dîkomîntkirin, û para bêhtir li gundewarê Şamê bû û paşî Heleb û Hema û Idlib û Der’a û Himus hatibûn.
Tora navhatî bi rêka raporta xwe daxwaz ji konseya ewlekariyê kiriye ku biryarên xwe cîbicî bike, û daxwaz ji civaka navdewletî kiriye, ku çek û teqemeniyan nema bide Rijêmê, û tekez kiriye ku tawanên dijemirov hatine pêkanîn, bi rêka bikaranîna bermîlên teqîner bi awayekî rêbazkirî li dijî navçeyên sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî