Duhî bi sedema êrîşên firokên şer li ser taxên nişteciyên li bajarê Xanşîxon li gundewarê Idlibê, şehîd û birîndar çêbûn, û bi heman şêweyî navenda bergiriya sivîl li Seraqib hat bombebarankirin û ji kar ket.
Bergiriya sivîl li ser malpera xwe ya enternêtê belav kiriye ku sê sivîl hatin kuştin û yek ji wan zarok bû, û hinên din birîndar bûn li nêzîkî xaleke pizîşkî, û şewtandina saman û avahiyan bi sedema du êrîşên firokên şer bi denemêtan li ser bajarê Xanşîxon.
Herwiha bergiriya sivîl gotiye ku jin û mêrek hatin birîndarkirin di bombebaraneke hevşêwe de li ser avahiyên bajarokê “Midaya” û hin ziyanên madî li cadeya navdewletî li ser riya Xanşîxon û derdora bajarokê “Hêş” çêbûn, bi sedema bombebarankirina wê bi mûşekeke “C8″, û herwiha bajarokê ” Elqesabiyê” bi firokên şer hat bombebarankirin lê çi ziyan nebûn.
Û çalakvanên navçeyê gotin ku êrîşên li ser Xanşîxon ji aliyê firokên Rûsî hatin pêkanîn, û bal kuşand ku li gundê “Elxedeqa” li rojhilatê Idlibê kesek hate kuştin û sê kesên din birîndar bûn bi sedema êrîşên firokan ên têne gomankirin ku Rûsî bin.
Hêjayê gotinê ye ku hin berpirsên NY li demekê pêş de cext li ser giringiya êrîşên leşkerî kiribûn yên bi serkêşiya rijêma Esed û hevalbendên wê li ser Idlibê û bûne sedemê kuştina bi sedên sivîlan û birîndarbûna bi hazarên din, û du rawêjkarên mezin yên NY daxuyaniyeke hevbeş bi zarekî tund derbarê êrîşên li dijî sivîlên li Idlib û Xûta belav kiribûn, û daxwaza pirotestokirina karên kuştin û tundutîjiyên ya li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê û êrîşên wê yên tund li dijî sivîlên Sûriyê ji konseya Ewlekariyê kiribûn.
Û berî çend rojan ji aliyê bergiriya sivîl şehîdbûna 225 sivîlan û birîndarbûna 547 sivîlên din ku zêdetir ji nîvî jin û zarok bûn hatibû dîkomintkirin di mawê 33 rojan de, her ji destpêka oparesyona hêzên Rijêmê li ser navçeyê, ku têde navçe bi 620 êrîşên esmanî û 939 top û mûşekan hatibû bombebarankirin, û herwiha NY serjimêriyrk pêkanîbûn derbarê koçbarkirina nêzîkî 100 hezar sivîlî ji ber bombebarana li ser taxên nişteciyan ji Idlibê û gundewarê wê ber bi navçeyên aram de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî