Çend rêkxistinên mafnasiyê li Sûriyê tirsa xwe derbarê pêvajoya dosya girtiyan di gotûbêjên Astana de diyar dikin, piştî ku di kopiya heştan de biryara damezirandina komeke kar hatiye dan, bêyî destnîşankirina ecindeyên diyar ji kar re.
Meysa Xalid endama kampanya ‘’ Ên Mayî Rizgar Bikin ‘’ di daxuyaniyekê de bo rojnameya ‘’ Ineb Beledî‘’ ya xwecihî, daxwaz kir ko dosya girtiyan bi şêweyekî bêlayen û li jêr çavdêriya navdewletî bête gengeşekirin, hem jî civaka sivîl û rêkxistinên taybetmend yên ko dizanin danûstandinê bi hestiyariya mijarê re bikin beşdar bibin, û tekez kir ko damezirandina koma kar tirsa me zêde kir û tu hêvî neda me.
Elxalid got ku giring e Netewên Yekgirtî wek aliyekî bêlayen û navdewletî bi erkên xwe rabe, û rê nede ko dosya girtiyan bibe mijara bazarkirinê di destê aliyekî de, di heman dema ku ew dose bi hûrbînî nayê şaopandin, û carcaran radiweste , û ev cihê dilnearamiyê ye.
Berê jî Toreya Sûriyê ya mafê mirovan hebûna 117hezar girtiyên Sûrî bi nav belgeh kirine, lê texmînên wan dibêjin ku hejmar bêtir ji 215hezar girtî ye, ko 99% ji wan di zindanên rêjîma Esed de girtî ne.
Komek ji çalakvanên Sûrî li hindirê welat û li derve di destpêka sala 2015ê de, bi kampaniyeke meydanî rabûne, bi amanca diyarkirina zehmetkêşana bi hezarên girtiyan, yên ko di zindanên rêjîma Esed de bi kotekî veşartî ne, kampanya li jêr navê “Yên Mayî Rizgar Bikin”, kampanya bizavê dike bo dosya girtiyan pêşdîtin bike, û hêviyê têke dilê mirovên wan ko ewê zaroyên wan rizgar bibin, û dengê wan bigehînin rêkxistinên mirovî û yên mafnasiyê yên navdewletî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Ineb Beledî