Wezîrê derve yê Emerîkî Rîkis Tîlirson di gotareke xwe de duh di destpêkirina kongirê “Hevbeşiyek Navdewletî Dijî Ruhabûna Bikarhênerên Çekên Kîmawî ji Sizayê” de, Rûsya bi piştgiriya rêjîma Beşar tuhmetbar kir, û berpirsyariya êrîşên kîmawî li Sûriyê xist histê wê de.
Û tîlirson di gotara xwe de ya li kongirê ku li Parîs paytexta Ferensayê hatibû bestin de, got ku Rûsya berpirsyariya tevaya qurbaniyên armanckirina Xûta Rojhilat roja duşembê hildigre, her weha wezîrê Emerîkî got ku 20 sivîl -piraniya wan zarok in- qurbaniyên êrîşkirina hêzên rêjîma Esed bûn, dema xaza kilorê têde hat bikaranîn. Û weha jî got “ ew êrîşên vê dawiyê metirsiyên rasteqîn çêdikin, û didin xuyakirin ku Beşar Esed çekên kîmawî dijî gelê Sûrî bikar anîne. Û tîlirson Mosko tuhmetbar kir bi astengkirina ji karê Encûmena Ewlekariya Navdewletî re, dema dixwest karê vekolînerên navdewletî derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê bide dirêjkirin, û berpirsyariya “ qurbaniyên Xûta Rojhilat û hejmara pir mezin ya êrîşên kîmawî ji gava Rûsya xwe daye pişta Rêjîmê” da ser milê Rûsyayê.
Û Tîlirson dît ku divê Mosko “ ji kêmanî dest ji bikaranîna mafê redkirinê vîto berde, û eger di dema pêş de dengdan li ser vê pirsgirêkê çêbibe dengê xwe nede”.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî tekez kiribû ku hêzên Rêjîmê roja duşembê herêmeke niştecihan li bajarê Dûma li Xûta Rojhilat bi xaza kilor bumbebaran kiribû, û di encamê de 21 sivîl -zarok jî di nav wan de hebûn- birîndar bibûn.
Û kongirê Parîsê bi beşdariya 30 dewletan hatibû bestin, ji bo peyketina berpirsyarên di ber bikaranîna çekên kîmawî de li Sûriyê û sizakirina wan û deranîna destpêşxeriyekê ku tekeziyê li ser wê yekê dike, divê bikarhênerên çekên kîmawî bê sizadan nemînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Ajans