Nêzîkî 471 xêzanan ji gundewarê rojhilatê Idlibê û başûrê Helebê gihiştin bajarokê Xan Ele’sel li rojavayê Helebê ji ber êrîşên leşkerî yên giran yên hêzên Esed û milîsên Îranê yên bi piştgiriya firokên Rûsî.
Serokê encûmena xwecihiya bajarokê navborî Cemal Ehmed ji ajansa “SMRAT” re got ku ew xêzan ji berî sê rojan gihiştin, hevdem ligel astengiyên mezin yên dikevin li pêşiya dabînkirina pêdawîstiyên wan de ji ber bargiranî û destengiya me.
Ehmed got ku wan ji bo peydakirina alîkariyan ji koçberan re têkilî bi rêxistinên alîkariyên mirovî re kirin, lê wan nikarîbû alîkariyan pêşkêş bikin ji ber ku navçe nêzîkî navçeyên têne bombebarankirin e.
Ehmed bal kişand li ser dirustkirina komîtên dûvçûna rewşa koçberan ji bo dabînkirina pêdawîstiyên xwarin û saxlemî û xwendinê, û tekez kir ku pêwîstiya koçberan bi pirojeyên avê û xaleke bijîşkî heye ji bo guhdana tenduristiya wan û herwiha ji bo dabîkirina dermanên jinavbirina kêç û sipehan ji bo nehêlana belavbûna nexweşiyan.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hişyarî dabû li ser têkçûna çareseriya siyasî eger rijêma Esed berdewam bimîne li ser zêdekirina oparesyonên xwe yên leşkerî li ser çendîn navçeyên Sûriyê, û cext kiribû ku NY bi awayekî mezin têkşikestiye di parastina sivîlan de.
Hevdem ku hejmara qurbaniyan li sercem navçeyên Sûriyê li vê dawiyê zêdetir bûye, ku ev yek dihêle ku rêkeftina kêmkirina tundutîjiyê û ligor heman peyva serokê desteya danustandinên Sûriyê Nesir Elherîrî wê”li ber bayê” bikeve.
Li aliyekî din, komîta lêkolîna navdewletî ya taybet bi karubarê Sûriyê, nîgeraniya xwe nîşan daye li hember zêdebûna hejmara qurbaniyan û daxwaza pêdagiriyê bi piransîpên sereke yên yasa mirovî ya navdewletî û standina hemû rêşûnên pêwîst yên parastina sivîlan kir, û piştgiriya xwe ji bo sercem bizavên dadpirsînê û dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê tekez kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî