Roja Duşemê 5 Sibat ê Çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ê ve, 3ê endamên Partiya Dîmoqrat a Kurdistanî – Sûrya, ya endam e di Encumana Niştimanî Kurdî de li bajarê Efrînê girtin
Çalakvan Elî Zeyno ku nişteciyê Efrînê ye ji malpera me re ragihand ku PYD 3 alîgirên ENKSê yên bi navê “Mihemed Henîf Mistefa ji gundê Mîrkan , Hikmet Kenco ji gundê Mîrkan , Arif Mihemed Elî ji bajarê Mebetlê ” girtin û ber bi cihekî ne diyar ve birin, û tekez kir ku malbatên girtiyan li ser çarenûsa wan bitirs in
Her wiha Zeyno Nîşan da ku berî çend rojan çekdarê PYDê alîgirekî din ê ENKSê yê bi navê Cemal Şêx Osman li bajarokê Şeran girtibû û ta niha çarenûsa wî ne diyar e
Zeyno ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku fişarê li ser PYDê bikin da ku hemû alîgir û endamên ENKSê berdin.
Hêjaye gotinê ku hê Ebdulrehman Apo û gelek girtiyên ENKS li Efrînê di zindanan de ne, di demekê ku êrîşeke tund li ser bajêr ji hêla Turkiyê ve heye.
Jêder: Beşê kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî