Balyozxaneya Sûriyê, çalakiyek bi boneya duwazdehemîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûrî ya ku hevdem bû bi dehemîn salvegera vekirina balyozxaneya Sûriyê li Dewleta Qeterê li dar xist, û soza xwe ya mana li ser piransîpên şoreşa Sûriyê û wefadariya bi şehîdên wê û daxwazên gelê Sûriyê yên rewa re nû kir.
Û di çalakiyê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Îslamî Ganim Bin Şahîn Elganim, Wezîrê Dewletê yê Karûbarê Encumena Wezîran Mihemed Bin Ebdullah Elsilêtî, Rêveberê Beşa Karûbarên Afrîkayê ya Wezareta Karên Derve Abdullah Huseyîn Cabir, Balyozê Komara Tirkiyê, Balyozê Yekîtiya Ewropa, hejmarek ji Serokên Şandên Dîplomatîk ên li dewleta Qeterê, medyakar, akademîsyen, karsaz û hejmarek kes ji Revenda Sûrî yên li Qeterê dijîn û di serî de Serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî Mu’az Elxetîb, û Serokê berê yê Desteya Danûstandinê Riyad Hicab û Rêvebirê Berevaniya Sivîl Ra’id Salih Amade bûn.
Û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneyê D. Bîlal Turkiye, di axaftina xwe de bal kişand ser şokbûna mezin a piştî erdheja vê dawîyê ya ku gelê Sûriyê rastê hatiye, û hewlên rijêmê ji bo bikaranîna wê ji xwe re, di dema qeyranên li pey hev, di nav de belaya bombebarankirin, wêrankirin, derbiderî û rewşa aborî ya dijwar.
Û Turkiye cext kir ku pêwîst e Esed û hevalbendên wî siza bibin, ji ber ku ew berpirsê têkbirina aramî û ewlehiya navdewletî ye, û spasiya dewleta Qeterê bi Mîr û Hikûmet û gelê wê yê xêrxwaz û resen ve kir, li ser tiştê ku ji gelê Sûriyê re di warê mirovî, hawarçûn û siyasî de pêşkêş kiriye.
Û di çalakiyê de hejmarek karên hunerî hatin pêşkêşkirin, yek jê fîlmê bi navê “Deh Salên Biratiyê” û şanoyek bi navê “Em ê wê ji nû ve ava bikin” ji aliyê xwendekarên dibistana Sûrî ve hate pêşkêşkirin, û Rêveberê Berevaniya Sivîl Raîd Elsaleh jî hat xelatkirin, yê ku spasiya hemû welatên ku piştgiriya gelê Sûriyê di vê zehmetiyê de kirine, û di serî de dewleta Qeter û Tirkiyê û welatên bira yên ereb, kir.
Û Çalakî bi axaftineke çalakvan Omer Elşixrî bi dawî bû, ku têde behsa rewşa girtina xwe û bûyerên tirsnak yên ku têde jiyaye kir, û nerîna xwe ya derbarê bêwatebûna pêşinyarên asayîkirina têkiliyan bi rijêmê re anî ziman, û daxwaza dîtina çareyeke bilez û rasteqîn ji kêşeya girtiyan re û bidawîanîna derdeseriyên wan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya