• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Friday, 9 June , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Balyozxaneya Sûriyê li Qeterê  Bîranîna 12emîn Salvegera Şoreşa Sûrî li Dar Dixe û Soza Mana li Ser Pirensîpên Şoreşa Sûrî Nû Dike

March 23, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Balyozxaneya Sûriyê li Qeterê  Bîranîna 12emîn Salvegera Şoreşa Sûrî li Dar Dixe û Soza Mana li Ser Pirensîpên Şoreşa Sûrî Nû Dike

Balyozxaneya Sûriyê, çalakiyek bi boneya duwazdehemîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûrî ya ku hevdem bû bi dehemîn salvegera vekirina balyozxaneya Sûriyê li Dewleta Qeterê li dar xist, û soza xwe ya mana li ser piransîpên şoreşa Sûriyê û wefadariya bi şehîdên wê û daxwazên gelê Sûriyê yên rewa re nû kir.

Û di çalakiyê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Îslamî Ganim Bin Şahîn Elganim, Wezîrê Dewletê yê Karûbarê Encumena Wezîran Mihemed Bin Ebdullah Elsilêtî, Rêveberê Beşa Karûbarên Afrîkayê ya Wezareta Karên Derve Abdullah Huseyîn Cabir, Balyozê Komara Tirkiyê, Balyozê Yekîtiya Ewropa, hejmarek ji Serokên Şandên Dîplomatîk ên li dewleta Qeterê, medyakar, akademîsyen, karsaz û hejmarek kes ji  Revenda Sûrî yên li Qeterê dijîn û di serî de Serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî Mu’az Elxetîb, û Serokê berê yê Desteya Danûstandinê Riyad Hicab û Rêvebirê Berevaniya Sivîl Ra’id Salih Amade bûn.

Û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneyê D. Bîlal Turkiye, di axaftina xwe de bal kişand ser şokbûna mezin a piştî erdheja vê dawîyê ya ku gelê Sûriyê rastê hatiye, û hewlên rijêmê ji bo bikaranîna wê ji xwe re, di dema qeyranên li pey hev, di nav de belaya bombebarankirin, wêrankirin, derbiderî û rewşa aborî ya dijwar.

Û Turkiye cext kir ku pêwîst e Esed û hevalbendên wî siza bibin, ji ber ku ew berpirsê têkbirina aramî û ewlehiya navdewletî ye, û spasiya dewleta Qeterê bi Mîr û Hikûmet û gelê wê yê xêrxwaz û resen ve kir, li ser tiştê ku ji gelê Sûriyê re di warê mirovî, hawarçûn û siyasî de pêşkêş kiriye.

Û di çalakiyê de hejmarek karên hunerî hatin pêşkêşkirin, yek jê fîlmê bi navê “Deh Salên Biratiyê” û şanoyek bi navê “Em ê wê ji nû ve ava bikin” ji aliyê xwendekarên dibistana Sûrî ve hate pêşkêşkirin, û Rêveberê Berevaniya Sivîl Raîd Elsaleh jî hat xelatkirin, yê ku spasiya hemû welatên ku piştgiriya gelê Sûriyê di vê zehmetiyê de kirine, û di serî de dewleta Qeter û Tirkiyê û welatên bira yên ereb, kir.

Û Çalakî bi axaftineke çalakvan Omer Elşixrî bi dawî bû, ku têde behsa rewşa girtina xwe û bûyerên tirsnak yên ku têde jiyaye kir, û nerîna xwe ya derbarê bêwatebûna pêşinyarên asayîkirina têkiliyan bi rijêmê re anî ziman, û daxwaza dîtina çareyeke bilez û rasteqîn ji kêşeya girtiyan re û bidawîanîna derdeseriyên wan kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya

ShareTweetSend

Posts Related

Derbarê Tawana Metirsîdar li Bajarê Annecy yê Fransayê

June 8, 2023
Rehmê: Helwestên Navdewletî yên Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê Cihê Rêz û Hurmeta Hêzên Şoreşê ne
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Helwestên Navdewletî yên Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê Cihê Rêz û Hurmeta Hêzên Şoreşê ne

June 8, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Helwestên Navdewletî yên Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê Cihê Rêz û Hurmeta Hêzên Şoreşê ne

Raporeke Mafnasî: Belgekirina Girtina 248 Filestîniyên Kampa Xan Elşîh li Ser Destê Rijêma Esed

Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan: Şehîdek û Heft Birîndar Ketin ji Encama Armanckirina Hêzên Rêjîmê û Hevalbendên wê ji Bakurê Sûriyê yê Rizgarkirî re di Meha Bûrî de

Eksoy: Desthilatên Libnanî Berpisyarin Ger Dersînorkiryên Berve Deverên di Bin Kontirola Rijêma Esed de Rasî Girtin an Îşkenceyê Werin

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.