Netewên Yekgirtî tezezî li ser pêgirya xwe bi cîbecîkirina biryara navdewletî ya 2401 kir, û destnîşan kir ku tu peywendiya wan bi agirbesata bo pênc demjimêran ya li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê ku ji aliyê Rûsiya ve duşema bûrî hatiye ragihandin tune ye.
Berdevkê sikirtêrê giştî yê NY Stephane Dujarric, li baregeha NY li Niyoyorkê di kongirekî rojnamevanî de cext li ser giringiya cîbicîkirina biryara 2401 kir, ya ku ji aliyê konseya ewlekariyê ji bo rewşa Sûriyê û Xûta rojhilat bi taybetî hat standin, û daxwaz ji hemû aliyan kiribû ku şer û pevçûn ji kêmanî 30 rojan rawestin , û dorpêça ji aliyê hêzên Rijêmê ve ya li ser Xûta rojhilat û navçeyên din yên nişteciyan rabe.
Stephane Dujarric got: “em ne aliyekî wê agirbestê ne, û bitenê me divê em cîbicîkirina biryara konseya ewlekariyê ya li şembiya borî hatî standin bibînin “, û cext kir ku agirbesta pênc demjimêran bi carekê têra cêbicêkirina erkên mirovî ji bo derdora 400 hezar sivîlê dorpêçkirî nake.
Komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ji aliyê xwe ve, yadeştnameyek nerazîbûnê li ser nepabendiya Rûsiya bi cîbicîkirina biryara 2401 ji sikirtêrê giştî yê NY û kosneya ewlekariyê û endamên wê yên hertimî re şand, piştî ragihandina agirbesteke pênc demjimêran ya rojane ji aliyê serokê Rûsî Filadîmêr Potîn ve, ku ev yek dupatkirineke li ser ku ew bi xwe serpirştiya oparesyonên leşkerî li dijî Xûta rojhilat dike, herwiha ” dibe binpêkirinek ji biryara konseya ewlekariyê re û bêwatebûnek û têkbirinek ji wê û NY re, ya ku bêkêr bûye li hember dabînkirina aştî û ewlehiya navdewletî”.
Çalakvanên Xûta Şamê ya rojhilat gotin ku zêdetir ji 50 sivîlî di 24 demjimêrên borî de hatin kuştin û birîndarkirin, bi sedema bombebarana berdewam ya hêzên Rijêmê û Rûsiya li ser taxên nişteciyan, û bal kişand ku êrîş bi heman şêweyê ji beriya derketina biryara 2401 berdewam in.
Li aliyek din, sivîlên Xûtayê red kirin ku bi riya kerîdorên aram yên ku Rûsiya çêkirine derkevin, û encûmena parêzgeha şamê ev daxwaz bi zîvirînek li biryara navdewletî dît.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî