Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku giring e Encûmena ewlehiyê tevbigere ji bo şopandina cîbicîkirina biryara navdewletî ya hejmar 2401, û operasiyonên kuştina rojane ya ko hêzên Esed û firokên Rûsî derheqê sivîlan de dikin rawestîne, hem jî alîkariyên mirovî bileztirîn dem ji bo kesên hewcedar derbas bike.
Elhekîm îro înê got ko gerek Encûmena ewlehiyê nehêle Rûsya bi biryarên navdewletî bilîze û wan bike sîwan tako tawankariyên cengê yên nû di derheqê sivîlan de li Xûta rojhelat pêk bîne.
Elhekîm bal kişand ser ko biryara Encûmena ewlehiyê diyar bû ji bo tekezkirina li ser rawestandina hemû operasiyonên leşkerî ji bo 30 rojan û gihandina alîkariyên mirovî ji bo sivîlan, ne wan derxînin.
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan di rapoerteke xwe de got ku hêzên rêjîmê 83 sivîl ji nav wan 18 zarok û 13 jin di 72 demjimêrên piştî derçûna bieyarê de kuştine.
Wekîlê emîndarê giştî yê Netewên yekgirtî û hevrêzkarê hawarhatina awarte Mark Lokok hişyarî da ji mirina sivîlên li Xûta dorpêçkirî ne ji birçîna, û got eger biryara agirbestê li Sûriyê cîbicî nebe emê nêzîk bibînin ko kesên bi sedema birçîbîne dimrin bêhtir in ji yên ku bi sedema bombebaranê dimrin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî