Thursday, May 8, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Mafnasî: 715 Rojnamevan û Xebatkarên Medyayê ji Adara 2011an ve li Sûriyê Hatine Kuştin û Rijêma Esed di Ber Kuştina 91% ji wan de Berpirsyar e

May 4, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Raporeke Mafnasî: 715 Rojnamevan û Xebatkarên Medyayê ji Adara 2011an ve li Sûriyê Hatine Kuştin û Rijêma Esed di Ber Kuştina 91% ji wan de Berpirsyar e

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê, rapora xwe ya salane derbarê binpêkirinên herî berçav dermafê ragihêneran li Sûriyê eşkere kir, û bal kişand ser kuştina 715 rojnamevan û xebatkarên medyayê ji destpêka şoreşa Sûrî di adara 2011 de heta gulana 2023, 52 ji wan ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest dan.

Û rapora Mafnasî tekez kir ku rijêma Esed di ber rêjeya 91% ji hejmara kuştiyên bi sedema îşkencekirinê di navendên xwe yên girtinê yên fermî û nefermî de berpisyar e, her weha rijêm berpirsyara 85% ji binpêkirinên li dijî rojnamevan û xebatkarên ragihandinê li Sûriyê ye

Û raporê kuştina 715 rojnamevan û xebatkarên medyayê, 7 zarok û 6 jin û 9 rojnamevanên biyanî yên nav wan de hebûn, tomar kiriye, her weha birîndarbûna ne kêmtir ji 1603 kesan bi birînên corbecor, 553 jê bi destê rêjîmê bûn, 5 zarok û jinek û 5 rojnamevanên biyanî di nav wan de hebûn.

Û raporê bal kişand ser ku Daiş 64 kes kuştine, zarokek û 2 jin û 3 rojnamevanên biyanî di nav wan de hebûn, û 3 kes ji wan ji ber îşkenceyê hatin kuştin, û 8 kes li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hatin kuştin, du kes jê ji ber îşkenceyê bûn, û 4 rojnamevan li ser destê milîsên PYDe hatin kuştin, û hêzên hevpeymaniya navdewletî rojnamevanek kuştiye, û 61 kesên ku zarokek û 3 jin û rojnamevanekî biyanî di nav wan de hebûn, bi destê aliyên din hatin kuştin.

Û raporê amaje bi wê yekê kir ku ne kêmtir ji 471 kesî, 9 jin û 17 rojnamevanên biyanî di nav wan de hene, di girtîgehan de ne, û li gor raporê 387 ji wan hîn di destê hêzên rijêmê de ne, 8 jin û 4 rojnamevanên biyanî di nav wan de hene, di dema ku 48 kesên ku jinek û 8 rojnamevanên biyanî di nav wan de hene, ji aliyê Daişê ve binçavkiriyên kotekî ne, û 11 ji aliyê Heyet Tehrîr Elşam de, û 13 ji aliyê milîsên PYDe ve hîn girtî ne, û 12 rojnamevanên ku 5 rojnamevanên biyanî di nav wan de hene, hê jî li ser destê aliyên dî binçavkiriyên kotekî ne.

Û Tora Mafên Mirovan di rapora xwe de bang li hemû hêzan kir ku yekser rojnamevan û xebatkarên medyayê serbest berdin, û çarenivîsa kesên bi darê zorê hatine windakirin eşkere bikin, û hemû yasayên ewlekariyê yên ku azadiya raman û derbirînê tepeser dikin, bi taybetî yasayên ku ji aliyê rijêmê ve hatine derxistin, ji nav bibin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share16TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Raporeke Medyayî: Sûriya Xerabtirîn Dewlet e li Gor Pîvana Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2023an

Raporeke Medyayî: Sûriya Xerabtirîn Dewlet e li Gor Pîvana Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2023an

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.