Tora Sûrî ya mafê mirov, tekez kir ku rijêma Esed û piştevanên xwe bi yekcarî pabendnî bi agirbesta biryara 2401 ya konseya ewlekariyê û bi taybetî li Xûta rojhilat nekirine, û bal kişandiye ku bi sedên sivîlan li Xûtayê bi tenê her ji dema derketina biryara 2401 ji 24’ê reşmeha borî ve hatine kuştin.
Tora navhatî duhî raportek belav kir derbaarê kuştina 871 sivîlî 179 ji wan zarok in li Xûta rojhilat, bi sedema oparesyonên leşkerî yên hêzên rijêmê yên bi piştgiriya firokên Rûsî.
Û têde de hatiye ku biryara konseya ewlekariyê nikariye rê li pêşiya binpêkirinên hêzên rijêma Esed û milîsên piştevanên wê û firokên Rûsî bigire.
Û têde gelek binpêkirinên hêzên rijêmê û Rûsiya hatine tomarkirin, û ji wan şehîdbûna 123 jinan û 4 mediyakaran û 7 karmendên pizîşkî ku yek ji wan pizîşk bû, û 12 karmendên bergiriya sivîl bi êrîşên hêzên rijêmê û milîsên wê û bi piştgiriya firokên Rûsî bi awayekî rasterast.
Raportê bal kişandiye ku 34 êrîş ji aliyê hêzên êrîşker hatine pêkanîn, û herwiha têde nêzîkî 19 rûdanên armanckirina navendên zindî yên sivîl ji aliyê heman hêzên êrîşker hatine tomarkirin, ji wan êrîşan 8 êrîş li ser navend û alavên bergiriya sivîl û 4 li ser karsaziyên pizîşkî û 4 mizgeftan û 2 li ser bazargehên gelêrî.
Raportê gotiye ku di vê navbirê de nêzîkî 732 bermîlên teqîner ji aliyê hilîkopterên rijêma Esed ve hatine avêtin, û bal kişandiye ku çekên kêmiyayî di êrîşekê de hatine bikaranîn û 3 êrîş bi bombên napalim ji aliyê hêzên rijêmê hatine pêkanîn, û 3 êrîşên din bi denemêtan ji aliyê hêzên rijêmê û Rûsiya hatine pêkanîn.
Raportê bal kişandiye ku êrîşên hêzên rijêmê û milîsên Îranê yên mezhebperest yekser hatin pêkanîn piştî oparesyonên dijwar yên bi bombebarankirina bajar û bajarokên navçeyê ji aliyê hêzên rijêmê û Rûsiya.
Raportê kiryarên rijêma Esed û hevalbendên wê li Xûta rojhilat bi tawaneke dijmirov nîşan daye, û cext kiriye ku koçberkirina neçarî tawaneke şer e, û tekez kiriye ku raguhestina xelkê ya bi neçarî dibe binpêkirineke mezin li ser rêkeftinnemaya Cenêvê.
Tora Sûrî ya mafê mirov tawanên li Xûta bi tawanên dijmirov dîtine ligor (mada 1-7 ji pêrewa serekî ya dadgeha tawanên navdewletî), tevlî birgên 129, 130, 131, 132, 133 ji zagona mirovî ya navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî