Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî: Kirîzên Sûriyê Bê Jinavbirina Rijêma Esed Çareser Nabin

August 18, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Hevbendiya Niştimanî: Kirîzên Sûriyê Bê Jinavbirina Rijêma Esed Çareser Nabin

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku rijêma Esed berpisyarê sereke ye di ber kirîzên li seranserê Sûriyê de, û ev yek piştî şopandina rewşa jiyanê û ya mirovî ya ku deverên di bin kontirola rijêma Esed de gihiştinê hat.

Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku rijêma Esed berpisyarê sereke ye di ber kirîzên jiyanê yên ku xelk li deverên di bin kontirola wê de rastiyê tên, ji ber xurtkirina wê ji milîsên li deverên xwe re, û gendeliya ku li tevaya beşên wan belav bûye, û dizîna alîkariyên mirovî yên ji xelkê re hatine terxankirin, û belavkirina wan li ser milîsên ku ku ji bo kuştina sûriyan anîne, nemaze piştî dîtina bisedan tonên alîkariyên mirovî yên sereke ên ku piştî di embarên rijêmê de genî bibûn hatibûn binaxkirin.

Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku rijêma Esed tenê girûpeke çeteyan a desthilatdariyê li Sûriyê dike ye, û ew ne rijêmeke rewa ye li welêt, ji ber ku derdeseriyên xelkê û pêdviyên wan ên sereke paşguh dike, û alîkariyan û xêrûbêra welêt ji beşekî teng ji kesên xwedîrol di rijêmê de re terxan dike, û yên  ji ber dimînin li ser endamên artêş û alîgirên ku sûdê ji wan dibîne belav dike, û xelkên hewcedarên çi cureyên alîkariyan û xizmetguzariyên pêwîst bo jiyanê bêpar dihêle, di dema ku nirxê lîreya Sûrî berve astên dîrokî ve dirûxe, û gel di bin destê gendeliya rijêma Esed de tê hiştin.

Û Hevbendiya Niştimanî, ji ber rewşa mirovî ya xirab û dijwariya jiyana xelkê, daxwaza derbasbûna alîkariyên mirovî di sînor re bo bakurê Sûriyê bi awayekî herdemî kir, û alîkariyên pêwîst bo deverên dîtir bi serpereştî û çavdêriya Netewên Yekbûyî û nûnerên dewletên piştevan dabîn bibin, dûrî destwerdana rijêma Esed.

Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku pêwîstiya Sûriyê bi karînên tevaya xelkên wê yên ku li deverên cuda dijîn heye, da ku ji rijêma hov a serkutkirinê rizgar bibin, û piştgiriya tevaya dengên daxwaza azadî û rûxandina rijêmê û avakirina dewleteke azad û rûmetdar dike, ya ku xelkê wê têde serbilind û bi ewlehî bijîn,

Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku ew baweriyê bi şiyana gelê Sûriyê tîne, ji bo pêkanîna guhartinê di rewşa niha ya xerab a ku Sûriya gihştiyê bi sedema rijêma ku hîna hewldana xapandina xelkê  di riya biryar û mersûmên zêdekirina mûçeyên şeklî re dike, ew zêdebûna ku bûye sedema mezinbûna kêşeya jiyanê ji ber ku hevdemî bihabûna nû ya nirxê keresteyan de û rûxandina bihayê leyreya Sûrî hat.

Û Hevbendiya Niştimanî peyamek arasteyî civaka navdewletî, Amerîka, Yekîtiya Ewropî û dewletên Ereb ji bo sererastkirina rewşa aloz li Sûriyê kir, ji ber ku divê ew vê rastiyê bizanin ku rijêma Esed li Sûriyê bingeha pirsgirêkan e, û kirîz tenê bi rizgarkirina Sûriyan jê çareser dibe,

Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêkanîna veguheztineke siyasî li gorî biryara 2254 ji dewletan kir, û ku guh nedin destpêşxeriyên bêencam ên rijêmê, û derfetan nedin rijêmê, ji ber ku ew windakirina demê ye, û ew her derfetê ji bo pêkanîna tawanên nû dermafê sûriyan bi kar tîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Dizîna Alîkariyên MirovîKoçkirina EsedXerbûna Rewşa jiyanê
Share3TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hikûmeta Demkî: Rijêma Esed Avê Weke Çekekê li Dijî Xelkê Bajarê Babê Bikar Tîne

Hikûmeta Demkî: Rijêma Esed Avê Weke Çekekê li Dijî Xelkê Bajarê Babê Bikar Tîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.