Serokê partiya hêzên Libnanê Semîr Ce’ce’ daxwaz ji endamên herdemî yên konseya ewlekariyê kir ku “hest bi qebareya mezin ya bobelata mirovî li Sûriyê ya her zêdetir ji heft salan de bikin, ku têde zêdetir ji milyon û nîvekî hatine kuştin û bi milyonan koçber bûne û bobelatên ku rû dane şerên cîhanî tînin bîra me “.
Ce’ce’ daxwaz ji endamên herdemî yên konseya ewlekariyê kir ku “carekê bitenê dest ji berjewendiyên teng berdin û biryareke dîrokî libin benda hefta bistînin, ji bo rawestandina oparesyonên leşkerî û dabînkirina veguhestina siyasî ya daxwazkirî”.
Ce’ce’ tekez kir ku “serederî ligel kirîza Sûriyê li ser telviziyonan û bi rêka daxuyaniyên siyasî yên vala biyekcarî naguncin bi bobelata berdewam re ya di hundirê wê de “, û dît ku “dîrok hildiweşe dema ku siyaset dibe komek ji hesab û berjewendiyên teng”.
Ce’ce’ got ku erkê rewştî yê bi wateya xwe ya kûr û ya naskirî di hemû ol û ayînên cîhanê de, îro li dergehê nivîsîngeh û wijdanê xudanên biryarê yên di her pênc dewletên herdemî yên konseya ewlekariyê de dixe”.
Ce’ce’ mijar guhert û destnîşan kir ku ew behitî maye û got: “dûr nîne ku cîhan di demeke nêzîk de bibe hewingek û yasa daristanê têde bê bikaranîn, ku yê bihêz yê lawaz bikuje, û ji bilî şer û pevçûnê û terazûya hêzê serweriyê têde nekin .
Û ji aliyê xwe ve, duhî serokê rêxistina “Human Rights Watch”, Kenneth Roth, tekez kiribû ku tawanên şer yên nû li Sûriyê ji aliyê rijêma Esed ve piştî bikaranîna çekên kêmyayî li dijî Dûma ya Xûta rojhilat hatine pêkanîn.
Û “Roth” ji ajansa “Reuters” re got ku êrîşa kêmyayî li dijî sivîlan bi tawaneke şer tê pejirandin û şûntiliyên rijêma Bişar Esed li ser wê hene, û dît ku hevalbenda wê Rûsiya dibe hevpara wê Tawana ku heye bi çekên kêmyayî pêk hatibe.
Ev yek hat, piştî şermezarkirina êrîşa kêmyayî ya rijêma Esed a bi firokên şer li ser bajarê Dûma yê Xûta rojhilat ji aliyê çend dewletên rojavayî û erebî ve, ku nêzîkî 100 sivîlî jiyana xwe jidest da û bi dehan birîndar bûn, li aliyekî din ve ku hin berpirsên rojava û tevlî serokê Amerîka Doland Turmp daxwaza karekî leşkerî li dijî serbazgehên Rijêmê kiribûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Elqodis Ekerebî