roja dişmê 9 Nîsanê li bajarê Efrînê di encama teqîna xaniyekî mayinkirî de 5 kes ji malbatekê hatin kuştin li gor çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand.
Zeyno got: “dema malbat vedigeriya mala xwe ya taxa Mehmûdiyê li hindir bajarê Efrînê, mayîna di mala wî de ya ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD ê ve hatibû danîn teqiya, û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 2 ji wan zarok in”.
Her wiha Zeyno diyar kir ku tevî kelemên ku li pêş xelkê Efrînê tên danîn, lê ew tekez dikin ku ewê vegerin ser mal û milkên xwe.
Li gor Zeyno çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundewarê wê berî ku derkevin mayin kirine, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xew ji dest dane.
Zeyno tekez kir ku ta niha nêzî 50 hzar kes vegeriyaye bajarê Efrînê, û gundewarê wê û bi hezaran malbat dixwazin vegerin, û ta niha piraniya xelkê Efriîne li derdora bajorkên Nubil û Elzehraa û Til Rif’et in û rewşa wan pir xirab e , û dixwazin vegerin lê çekdarên PYD û çekdarên rêjîma Esed rê nadin wan.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê