Tuesday, June 3, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiyê li Gel Komek ji Pisporên Medyayî yên Sûrî Dicive ji bo Behskirina Dawîtirîn Pêşhatên Meydanî û Siyasî di Dosyaya Sûriyê de û Ronîkirina Plana Karê Hevbendiyê û Nêrîna wê bo Qonaxa Bê

October 7, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 5 mins read
A A
Serokê Hevbendiyê li Gel Komek ji Pisporên Medyayî yên Sûrî Dicive ji bo Behskirina Dawîtirîn Pêşhatên Meydanî û Siyasî di Dosyaya Sûriyê de û Ronîkirina Plana Karê Hevbendiyê û Nêrîna wê bo Qonaxa Bê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, li gel komek ji rojnamevanên Sûrî yên di medyaya xwecihî, erebî û navdewletî de kar dikin, hevdîtinek li dar xist, û behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî di dosya Sûriyê de kir, û ronî da ser plana kar û nêrîna Hevbendiyê di qonaxa bê de. Û Cîgirên Serok Ebdilmejîd Berekat û Dîma Mûsa û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî beşdarî di hevdîtinê de kirin.

Û hevdîtin bi kêliyeke rêzgirtin û xwendina Fatiheyê ji bo giyanê qurbaniyên sivîl dest pê kir.

Û Serokê Hevbendiyê behsa pêşhatên meydanî kir, nemaze êrîşên ku sivîl li çend deveran li bakurê Sûriyê armanc kirine, û di encamê de bidehan qurbaniyên şehîd û birîndar hebûn, her wiha li ser tiştê ku li Kolîja Herbiyê li Humsê di dema rêweresmên derçûna hejmarek ji efserên rijêmê de pêk hatiye û bûye sedema kuştina bi dehan ji sivîlan axivî, û bal kişand ser ku şêwazê armanckirinê û hûrgiliyên ahengê, şopa tiliyên rijêmê û milîsên ji derve anîne ên piştgiriya wê dikin diyar dikin.

Û Elbehra bal kişand ser ketwarê penaberên Sûrî yên li dewletên penaberiyê, ji ber ku vê dawiyê newekhevî nijadperestî li dijî Sûriyan zêde bûye, bi taybetî li dewletên derdorê, û diyar kir ku Hevbendiyê gelek pêwendî li gel sûriyên li Libnanê û nûnerên dewletan û herî dawî bi Nûnera Fransayê bo Sûriyê re li dar xistine, û ji wan xwestiye ku bizavên dîplomatîk yên Firansayê li gel hikûmeta Libnanê bikar bînin, ji bo sînerekî ji van binpêkirinan re deynin, nemaze piştî biryarên hikûmeta libnanê yên ku hin kiryarên newekhevî û cudakirina di nav xelkê de kirine çarçoveke yasayî de, ku dê bibe sedema zêdekirina hejmar û asta binpêkirinên li dijî penaberên Sûrî li Libnanê.

Û li ser binpêkirinên nijadperestî yên tundrewan li Tirkiyê axivî, û got ku Hevbendî bi awayekî berdewam li gel Hikûmeta Tirkiyê peywendiyan dike, û Hikûmeta Tirkiyê jî bi erênî bersiva wan daye, û rêşûnên pratîkî di vê derbarê de standine.

Û Elbehra pirograma karê Hevbendiyê ji bo qonaxa bê berçav kir, û têde giringî da pêwîstiya ku piroseya siyasî ya bi sponseriya Netewên Yekbûyî li Cinêv û li gor herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê (2254) û (2118) bimînin, û pêwîstiya aktîvmana wê li ser maseyên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlekariyê, ji ber ku ew e platforma navdewletî ya ku rê dide hêvî û daxwazên gelê Sûriyê da di nav guhdana navdewletî de bimîne.

Û li ser pêwîstiya bilindkirina pêşindeya dosya Sûriyê li bal hemû aliyên navdewletî, di dema pirbûna qeyranên navdewletî yên dîtir li ser lîsteya guhdana dewletan axivî, û tekezî li ser giringiya guhertina ketwarê Sûriyê bi riya piştgiriya vegera dosya Sûriyê li nav lîsteya pêşîneyên civaka navdewletî kir, di  rêya baştirkirina ketwarê deverên rizgarkirî û xurtkirina rewatiyê li ser xakê û xurtkirina vebûna deriyê diyalogê bi sûriyan re li hemû deverên Sûriyê, û piştgiriya tevgera gel a aştiyane ya ku daxwaza cîbicîkirina biryarên navdewletî bo pêkanîna veguhestina siyasî li tevaya parêzgehên Sûriyê dike, û rola xelkê me li Siwêda û şarezabûna serkirdeyên tevgerê û niştimanperweriya wan û gotara wan a siyasî ya zelal û miqatebûna wan li yekbûna Sûriyê bi xak û gelê wê ve bilind nirxand.

Û Elbehra tekez kir ku divê qonaxa bê qonaxa hevbeşî û hevtemamkirinê be di navbera hemû saziyên şoreşê û komele û yekitiyên wê û rêxistinên civaka sivîl de, û sûdê ji ezmûnên sûriyan bibînin, bi armanca aktîvkirina hemû şiyan û samanên Sûriyê, nemaze karînên mirovan, ji bo guhertina ketwarê Sûriyê û rûbirûbûna astengiyan û şert û mercên jiyana Sûriyan li bakurê Sûriyê baştir bibe.

Û Elbehra got ku ev xebat dê di riya planeke berfireh re be, ji bo pêşveçûna bakurê Sûriyê pêk were, di nav de sîstemên rêvebirinê di beşên dadwerî, yasayî, ewlehî û aborî de, û xizmetguzariyên tenduristî û perwerdeyê baştir bibin, û çareserkirina dozên girîng ên wekî peydakirina mercên pêwîst bo danpêdana bi bawernameyên zanîngehên li deverên rizgarkirî û xurtkirina piştgirî û fînansekirina bernameyên deynên biçûk ji ber rola wê ya girîng di destpêkirina pirojeyên biçûk de ji jin û ciwan û pîşekaran re, bi rêya pirojeyên bi piştgirî û fînansekirina Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê, ya ku Hevbendiyê beşdarî di damezrandina wê de kiriye, û serokatiya Encumena rêvebiriya wê dike, û Hikûmeta Demkî sûdê jê werdigire, ji bo zêdekirina xizmetguzariyên ku ji welatiyan re pêşkêş dike, û handana û piştgirîkirina projeyên hevkariyê di sektorên çandiniyê de, wek pirojeyên Piştgiriya cotkarên şînkayî û kartol û genim  û xwedîkerên ajalan û misogerkirina berdewamiya karê aş û nanpêjxaneyên girêdayî Saziya Genim ya Giştî ya ser bi Hikûmeta Demkî ve, û zêdekirina hejmar û şiyana berhemdana wan, ji bo dabînkirina nanê baş û bi bihayê erzan ji welatiyan re, ya ku çend qonaxên wê ji çend salan de hatine cîbicîkirin, û pêşxistina hemû warên jiyanê û destpêkirina hewlên çareserkirina pirsgirêkên demdirêj di çavkaniyên avê û torên dabeşkirin û paqijkirina avê de li bajarê Babê, û hate ragihandin ku kar li ser hin pirojeyan di heman warî de li bajarên Ezazê û Cerablus û çend bajarokên derdora wan dest pê kiriye, bi awayekî ku rewşa nişteciyên wê derê baştir bike, û xelkê li ser vegerê han dide.

Û Elbehra ji tevaya sûriyan xwest ku bi hev re bixebitin, hevrêziyê bikin û beşdariyê di pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê de bikin, û got ku divê em tev bibin tîmeke xebatê, û yekdest û yekdil bin, ji ber ku metirsî li pêşiya me hene, lewra divê em pêşerojeyeke nimûneyî yê em hemû dixwazin bo Sûriyê pêşkêş bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Derbarê Berdewamiya Gurkirina Rijêma Esed li Ser Idlib û Gundewarê Helebê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.