Çalakvan Ferhan Mihemed ji malpra me re ragihand ku çekdarên PYDê duh roja çarşemê 23 gulanê alîgirekî Encumana Niştimanî ya Kurdî yê bi navê Ednan Ebûd li gundewarê Kobanê girt û bir cihekî ne diyar.
Çalakvan Ferhan Mihemed ku ji xelkên Kobanê ye tekiz kir ku dema Ednan Ebûd ji Tirkiyê vedgeriya bajarê Kobanê li gundê Kortik hat girtin û ber bi cihekî ne diyar ve hat birin.
Her wiha Ferhan bal kişand ser ku çekdarên PYDê ji 28 nîsan ê de welatiyê bi navê Mehmûd Mistefa Weyso dema ku ji herêma Kurdistanê vedgeriya bajarê Kobanê girt û ta niha ne hatiye berdan.
Ferhan tekez kir ku kiryarên PYD di demên dawî de xirabtir bûne û her çalakvanek vedigere Kobanê ji aliyê çekdarên PYDê ve tê girtin.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê di dema dawî de bi dehan endam û alîgirên Encumana Niştimanî ya Kurdî girtine.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê