Komek ji mafnasên Sûrî xwe amade dikin bo gilînameyan li dijî rêjîma Beşar Elesed li Nemsayê pêşkêş bikin, piştî ko bizavên wan di heman biwarê de li welatên Ewropî yên din wek Firensa, Siwêd û Elmanyayê bi ser ketin.
Û wê qurbaniyên êşkenceyê yên Sûriyê digel rêkxistinên mafnasiyê yên Sûrî û navdewletî gilînameyekê bo desthilata Nemsayê pêşkêş bikin, ji bo vekirina vekolînan derbarê operasiyonên êşkencekirina rêbazkirî ya ko rêjîma Esed ji destpêka şoreşê ve bikar tîne.
Ev rêkxistin û navendên mafnasiyê dê rûniştineke danasînê li Nemsa lidar bixin, derbarê êşkencedanê li Sûriyê û çawaiya alîkariya Nemsa di vekolîna di tawankariyên navdewletî de, yên ko hêzên ewlehiya rêjîma Esed pêk tînin.
Birêveberê navenda Sûrî ya lêkolînên yasayî parêzer Enwer Elbunî, anî ziman ko gilîname dê hûrbîniyê bide ser êşkencedanê wek tawankariyeke li dijî mirovîniyê û tawankariyeke cengê ko li hindirê navendên girtîgehên desthilata rêjîma Esed pêk tê.
Navenda Sûrî ya lêkolînên yasayî got ku desthilata rêjîma Beşar Elesed berpirsiyara êşkencedana rêbazkirî ye, ya dijî rikber û çalakvanan, û nuha çi rêyên navdewletî nîn in ko tawanên dijî yasaya navdewletî ên li Sûriyê dadgeh bikin.
Navenda Sûrî ya lêkolînên yasayî digel çend rêkxistinên mafnasiyê yên Sûrî û navdewletî îsal û par jî biser ketin di pêşkêşkirina çend gilînameyên kesatî û giştî de li Firensa û Siwêd û Elmanya, li dijî rêjîma Esed û kesayetiyin rêjîmê yên ko tawankariyên cengê li Sûriyê kirine.
Tê zanîn ku yên di pêşkêşkirina dadxwaziyan de li rex qurbaniyên êşkencedanê beşdar bûne, navenda Sûrî ya lêkolînên yasayî, navenda Sûrî ya ragehandina azad û azadiya derbirînê, navenda navdewletî ya cîbicîkirina mafê mirovan û navenda Ewropî ya mafnasiya destûrî û mafên mirovan bûn, û gilîname ji dozdarê giştî yê fediralî li Viyanê re hatiye pêşkêşkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans