Şandeya Encûmena Niştimanî Kurdî ya Sûriyê duhî sêşembê 29.05.2018 bi serokatiya Siûd Elmela û endametiya birêz Kamîran Heco û Ibrahîm Biro û Hewas Egîd digel birêz Mîxaîl Bexdanov şanderê serokê Rûsya yê taybet bo rojhelata navîn û Efrîka û cîgirê wezîrê derve yê Rûsya û alîkarên wî li avahiya wezareta derve ya Rûsî li Moskoyê civiyan.
Herdu aliyan hejmarek kêşeyên siyasî li Sûriyê û bi taybetî operasiyona siyasî bo gihaştina çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêv1 û biryara navdewletî 2254 gotûbêj kirin. Herdu alî li ser komîta yasayî ya destûrî axivîn, û bi hûrbînî li ser giringiya dabînkirina mafên hemû pêkhatiyên civaka Sûrî di destûra Sûrî ya paşerojê de û bi taybetî mafê miletê Kurd li Sûriyê axivîn.
Û Encûmena Niştimanî ya Kurdî tekez kir ko Sûriya paşerojê divê dewleteke fîdiral û piralî û dîmuqratî be, û ji aliyekî din di hevdîtinê de rewşa Efrînê hate gengeşekirin, û behsa giringiya vegera xelkên wê bo malên xwe û dabînkirina aramî û hêminiyê û rêvebirina herêmê ji hêla xelkên wê ve bû, û tekez kirin ku çi tiştê ko nakokiyan di navbera pêkhatiyên Sûrî de pêk bîne û bi taybetî mijara guherîna dîmugrafî gerek ji holê bête rakirin.
Aliyê Rûsî li ser giringiya peywendiyan û danûstandina bi Encûmena Niştimanî Kurdî re û rola wê li Sûriya paşerojê bo parastina jiyana hevbeş di navbera pêkhatiyên civaka Sûrî tekez kir, û li ser giringiya danûstandinê di navbera hemû aliyên têkildar ji bo paşerojeke hêmin û dîmuqratî û azad ji civaka Sûrî re dabîn bikin tekezî hat kirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê