Çend dozên dadwerî li dijî rijêma Esed li ser hilmetên girtin û binçavkirina bi sedhezarên sivîlan û bikaranîna kuştinê û eşkencedanê di girtîgihan de, ji bo dadgehên dadwerî li Viyên paytexta Nemsayê hatin tomarkirin.
Muxaberatên leşkerî û esmanî û giştî di tekistên wan dozên dadwerî de bi kiryarên eşkencedan û kuştin û qirkirinê û gihandina ziyanên metirsîdar bo laşên mirovan û bêparkirina mirovan ji azadiyê ku bi tawanên dijemirov û şer têne dîtin hatine gunehbarkirin.
Ev doz bi hevkariya yasanasê Sûrî Enwer Elbunî yê ji navenda Sûrî ya lêkolînên yasayî, û Mazin Derwîş ji navenda Sûrî ya ragihandin û azadiya raderbirînê hatine amadekirin.
Herwiha wê navenda navdewletî ya bicihkirina mafê mirov ya li Viyêna, û navenda Ewropî ya mafên mirov û mafên destûrî li Berlînê, wê tevlî van bizavên yasayî û zagonî bibin.
Navenda navdewletî ya bicihkirina mafên mirov di daxuyaniya rojnamevanî de gotiye ku gilîname ji aliyê kesên hatibûn girtin û eşkencedan hatine, û ew îro li Ewropa ne û li hêviya berqirarkirina dadweriyê ne, û tê pêşbînîkirin ku dadweriya Nemsayê wek dadweriya Elmaniya û Siwêd û Fransa rabe bi encamdana heman dadpirsînan li hember kiyarên eşkencedanê yên bi awayekî pêrewkirî li jêr sîbera hikumraniya Beşar Esed pêk hatine.
Û di daxuyaniyê de hatiye ku “16 jin û peyayên Sûriyê ji bo vê armancê li roja 28’ê gulana 2018’an, berê xwe dan nûnertiya giştî ya dadaweriya Viyêna, ji bo pêşkêşkirina gilînameyan li dijî 24 karbidestên payebilind yên rijêma Esed, û ev yekem dozên dadwerî yên bi vî rengî ne li Nemsayê, û hevşêweyê çar dozên din e yên pêştir ji bo dadweriya giştî ya Elmaniya hatibûn pêşkêşkirin.
Çalakavan Hinadî Elrifa’yî ya heft heyvan li girtîgeha Heresta ya muxabaretên esmanî di zîndanekê de hatibû binçavkirin, dibêje ku ew rastî eşkencedanek dijwar dihat û got: ” Ev eşkencedan ne rewşin tekane ne , lê belê rojane bi hezaran jin û mêr li Sûriyê di girtîgihan de dihatin eşkencedan”, û dibêje: “Bi riya pêşkêşkirina van doznameyan dixwazim beşekî ji dadperweriyê bicî bikin”.
Herwiha Ehmed Xelîl jî xwedanê heman boçûna Henadî ye, ku ew jî sê heyvan hatibû binçavkirin li rex muxabaretên esmanî bi sedema beşdariya di xwepêşandanên li dijî rijêmê de. û Xelîl got ku wî bi riya “wêneyên Sîzer” karîbû 50 ji wan kesên bi eşkencedana heta mirinê hatibûn kuştin nas bike, û dibêje: ji ber ku ez yek ji girtiyên ji mirinê hatime rizgarkirin û ez dîdevanim; ez wek erkê xwe dibînim ku di sizadan û dadgehkirina berpirsên eşkenecedanê de beşdar bibim “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat