Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Hevdîtinekê li Gel Xelk û Rûspî û Komeleyên Bajarê Efrînê li Gundewarê Helebê pêk Tîne

November 24, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hevdîtinekê li Gel Xelk û Rûspî û Komeleyên Bajarê Efrînê li Gundewarê Helebê pêk Tîne

Şanda Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Hadî Elbehra hevdîtinek li gel xelk û rûspî û komeleyên devera Efrînê li gundewarê Helebê îro pêk anî, û bi hev re rewşa deverê û pêdviyên wê û astengiyên ku rastî jiyana welatiyan tên bi hevkariya li gel Komenbenda Serbixweyên Kurdên Sûrî û Serokê Ewqafê û Karûbarên Olî û Encûmena Efrînê ya xwecihî û hejmarek ji xelk û rûspî û çalakvan û komeleyan gengeşe kirin.

Û Şanda Hevbendiyê ji endamên Hevbendiyê Mihemed Elî Îsa, Azad Osman, Mihemed Şêx Reşîd, Behcet Eletasî, Atif Zirêq û Es’ed Elîto pêk hat, her wiha nûnerê Hikûmeta Demkî û Wezîrê Darayî û Aboriyê D. Ebdilhekîm Elmisrî beşdar bû.

Û Serokê Hevbendiya niştimanî şiroveyek berfireh li ser pêşketinên siyasî di dosya Sûrî de pêşkêş kir, û tekezî li ser berdewamiya Hevbendiyê di kar û bizavên bo veguherîna demoqrasî û veguhestina siyasî li welêt li gorî biryara navdewletî 2254 kir, û bal kişand ser ku xwepêşandanên xelkê Siwêda di demeke pir girîng de hatin, ji ber ku hinek ji dewletan hewl didin ku têkliyan bi rijêma Esed re normal bikin, û daxwazên Siwêda di rûxandina rijêmê û cîbicîkirina biryarên navdewletî de hatin da bînin bîra cîhanê ku gelê Sûriyê hîn li ser daxwaza mafên xwe û bidestxistina azadiya xwe rijd e, da ku welêt ber bi serdemeke nû ve bê veguhestin, ya ku wê cihê desthilata malbata Esed û amûrên wê yên ewlekarî têde tune be.

Û derbarê deverên rizgarkirî, Elbehra tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina kar û hevrêziyê di navbera rêxistinên civaka sivîl û encûmenên xwecihî de li gorî planên Hikûmeta Demkî di sektorên xizmetkarî, tenduristî, perwerde, aborî û beşên dîtir de bo geşepêdana domdar li deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser pêwîstiya garantîkirina ewlehî û aştiya sivîlan û dadpirsîna kesên binpêkirinan dermafê wan pêk tînin û ew binpêker li gorî yasayê û dadweriya pak û dadane û serbixwe bên sizadan, ev yek Hevbendiyê dixe bin barê ku yasayên pêwîst bo xurtkirina desthilata dadweriyê û misogerkirina serbixwebûna  wê dabîn bike. 

Û Elbehra tekez kir ku pêşindeyên Hevbendiyê û Hikûmeta Demkî ew in ku ewlehî û dadmendiyê bo welatiyên Sûrî li deverên rizgarkirî garantî bike, ji ber ku dê bêhtir aramiyê li deverê peyda bike, da ku dever bibe cihekî guncav ji veberhênanê re û derfetên kar bo sûriyan bên dîtin, da bighê asta ku bibe çavkaniya jêderan ji Hikûmeta Demkî re, da karibe jêrxaneyê û xizmetguzariyan bo wan deveran çak bike.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li berçavtirîn astengî û dijwariyên ku rastî rûspî û xelkê deverê tên guhdarî kir û li ser rola berhemînana li deverê ya ku beşdariyê di geşepêdana aboriya xwecihî de dike axivîn û Serokê Hevbendiyê bersiva hejmarek ji pirsên li ser rewşa siyasî ya dosya Sûriyê da.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî amaje bi pêwîstiya zêdekirina hevrêzkariya xebatan di çarçoveya nerîn û planeke yekgirtî de ku xizmeta hemû deverên rizgarkirî bike kir, bi hevkariya li gel Wezaret û Rêveberiyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, û Serokê Hevbendiyê spasiya hemû beşdaran kir û tekezî li ser berdewamiya lidarxistina civînên bi vî rengî ji bo zêdekirina pêwendiyan û rawestana li ser piroseya başkirina ketwarê jiyanê û bilindkirina asta xizmetguzariyê li deverên rizgarkirî kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Bajarê EfrînKomele û RûsipiyanKomeleya Serbixweyên kurd
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Gundewarê Helebê Rapora Xwe li Pêşiya Desteya Giştî di Xola 69an de Pêşkêş Dike

Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Gundewarê Helebê Rapora Xwe li Pêşiya Desteya Giştî di Xola 69an de Pêşkêş Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.