Ji bo çesipandina têgaha vegerê li rex kesên ko bi kotekî bi destê hêzên rêjîma Esed koçber bûne, û ji bo handana xelkê li ser vegerê û derxistina bajarê Helebê ji destê rêjîmê, dezgeha ‘’ ciwanên guhertinê‘’ duh yekşembê çalakiyek li jêr navê ‘’çadira Helebê‘’ li bajarokê Erûm Elkubra li rojavayê Helebê lidar xist, da ew qonaxên ko bajarê Helebê di salên borî ji temenê şoreşê de tê re derbas bû bibîr bînin.
Çalakiya ko bi helkefta cejna rojiyê çêbû, hûrbînî da ser qonaxên ko bajarê Helebê tê re derbas bû, û biwarê ko di salên şoreşê de tê de jiya, ji xwepêşindanên aştiyane yên li taxên wê geriyan heta ko bigehêje koçkirina kotekî ya niştecihan, şirove kirin.
Çalakvanan di çalakiyê de mijara amanckirina Elkastilo û kontrolkirina rêjîmê û Rûsya jê re, hem şêweyên hovane ji ferizkirina dorpêça tekûz derheqê niştecihan û birçîkirina wan di rêya belavkirina wêne û tabloyan diyar kirin.
Hin kesên ko ji bajêr koçber bibûn kêfxweşiya xwe bi çalakiyê anîn ziman ko çalakiyê tiştê bi serê Helebê hatiye di birîa wan de anî, tablo û wêneyan ramana vegerê di hişê wan de tevrakir.
Hevoka herî pir ya koçberên Heleba rojhelat li ser dîwarên xwe yên wêrankirî nivîsandine‘’Helebê em ê vegerin ‘’e, dema di heyva 12ê de sala 2016ê ji malên xwe koçber bûn.
Operasiyona koçkirina niştecihan ji taxên Helebê yên rojhelat bibal gundewarê parêzgeha Idlib ve, gelek çîrokên xemgîn û dijwar yên ko rûçik sotandine, û kesên şarezayên medya civakî di nav xwe de belav kirine.
Operasiyonên koçkirina kotekî û kuştina bi sedên sivîlan û amanckirina nexweşxane û kadirên bijîşkî ji hêla rêjîmê û Rûsya ve, wek mezintirîn dosya tawankariyên cengê yên li Sûriyê pêk hatine tên dîtin, yên ko Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko tawankarên wan bêne sizakirin.
Rêkxistinên mafnasiyê çend raport belav kirine, têde tekeziyê dikin li ser pêkanîna tawankariyên cengê derheqê sivîlan li Helebê, bi amanca ko dev ji mal û milkên xwe berdin, û ev li dijî yasaya navdewletî û yasaya navdewletî ya mirovî ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî / Acans