Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimaniya Sûrî Fûad Elîko, duhî roja yekşemê, got ku çi rêkeftin di navbera Encûmena Niştimanî ya kurdî û PYDê nehatiye pêkanîn.
Elîko got ku çi hevdîtin di navbera ENKSê û PYDê de nehatiye lidarxistin, û bal kişand ku ew agahiyên hatine belavkirin, li ser wê hevdîtina bitenê ne, ya di navbera Dr. Hemid Derbendî berpirsê fayilê Sûrî di dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, û Aldar Xelîl serokê hevbeş yên TEV-DEM de.
Elîko, derbarê dergehê (Sêmalka) diyar kir ku dergeh hat vekirin li ser sozeke Aldar Xelîl ya ji Dr. Hemid Derbendî re dabû, û herwiha soz dabû ku piştî vegere dê wan xalên din ligel hevalên xwe gengeşe bike.
Hêjayê gotinê ye ku endamê pîlotbîroya siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, berêz Bişar Emîn, di demeke pêştir de gotibû: ENKSê 4 merc hene ji bo hevpeyvîna ligel PYDê, ew jî ev in: “serbestberdana sercem girtiyên kurd ên di girtîgihên PYDê de, û vekirina ofîs û baregehên ENKSê, û destberdana ji derxistina astengiyan li pêşiya serkirdeyên partiyên ENKSê, û nehêlana karên rêgiriya li pêş çalakiyên ENKSê û partiyên wê”.
Jêder: Beşê kurdî yê Ofîsa Ragihandina Hevbendiyê / Basnews