Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa xweşhaliya xwe da bi derbasbûna hêzên Tirkiyê bo herêma Minbicê li gundewarê Helebê piştî ko peymana Emerîkî Tirkî destpê kir.
Mistefa dibîne ko ev pêngaveke giring e ji bo aramî li herêmên rizgarkirî misoger bibe û koçber li mal û herêmên xwe vegerin û ji hemû rêkxistinên tirorist rizgar bibin, yên ko hewil didin viyana miletê Sûrî têkbidin.
Enqere berî deh rojan digel Waşinton gihabû nexşerêya Minbicê, yek ji bendên wê ko milîtanên PYD jê derkevin û ewlehî û aramiya herêmê pêk bê, û karê dezgehên xizmetgozeriyan bo niştecihan kartêker bibe.
Mistefa tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî dê pirosêsa hilbijartina Encûmenên xwecihî wek yên li Efrînê pêk bîne û got ‘’Encûmenên xwecihî yên Efrînê li jêr çavdêriya Hevbendiya niştimanî ne, û em bizavê dikin da li Minbic jî her wisa pêk bê. ‘’
Geşbîniya xwe anî ziman ko Hevbendiya niştimanî bi roleke mezintir rabe ew jî di rêya desthilata Sûrî ya demkî û yekîniya hevrêzkarî re, ji bo birêvebirina hemû herêmên rizgarkirî û dezgehên xizmetgozarî ji bo niştecihan kartêker bikin.
Serokê Hevbendiya niştimanî bêtir got ko bizav hene bo damezirandina nivîsgehên hevbendiya niştimanî li bajar û bajarokên corbicor, û got ku ew parek ji istiratîciya me ya nêzîk e, ji bo em bêtir nêzîk xelkên xwe bibin, û rewanê şoreşê lê vegerînin heta ko em azadî û rûmetê misoger bikin û rêjîmê birûxînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî