Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Dîma Mûsa, tekezî li ser giringiya rola Yekîtiya Ewropî kir, di çalakirina karên dezgeh û Encûmenên xwecihî de li herêmên rizgarkirî û piştgiriya desthilata demkî û encûmenên xwecihî û ji rêkxistinên civaka sivîl da valahiya di birêveberiyê de dagirin.
Mûsa got ku pêdiviya niştecihên herêmên rizgarkirî bi piştgiriyeke rasteqîn heye, piştî ko piraniya dezgehên tendiristî, fêrkirinê, xizmetgozerî û dadweriyê bi destê rêjîmê û hevalbendên wê wêran bûne. Û Mûsa got ku wê kartêkerkirina wan dezgehan zehmetkêşiya miletê Sûrî sivik bike, û bingeha karê dîmuqratî yê sivîl bihêztir bike.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî wê digel serokê ofîsa peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo, û serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb, û nûnerên din yên desthilata demkî û rêkxistinên civaka sivîl, di civînekê de ku Yekîtiya Ewropî rêkxistin kiriye, sibe çarşembê li paytexta Belcîka Biroksilê beşdar bibin.
Mûsa tekezî li ser dawaza Hevbendiya Niştimanî ya bihêzkirina şirîkatî û peywendiyên herdemî digel dewletên Ewropî kir, û diyar kir ko yên sibe li civînê amade bibin dê gengeşeyê li ser vekirina çend pirojeyan li herêmên rizgarkirî bikin.
Û destnîşan kir ko pêdiviya wan herêman bi aliyekî heye bo dagirtina valahiya birêveberiya desthilatê , da sîsikeke dezgehên desthilatê ji dêvila ya rêjîma Esed bête damezirandin û got: ‘’kadirên desthilata Sûrî ya demkî û encûmenên xwecihî û rêkxistinên civaka sivîl bi şêweyên xwe yên corbicor pisporiya wan çêbûye, û karin di vî çaxî de bi vê rolê rabin.‘’
Cîgira serokê Hevbendiyê diyar kir ko alîkariya niştecihan li herêmên rizgarkirî, bi istiratîciya Ewropî re ya pêkanîna aramiya jiyanê bo sivîlan guncaw e, da karibin herêmên xwe birêve bibin û têde bimînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî