Bajarê “Elhara” li gundewarê Der’ayê ji aliyê hêzên rijêmê û di zêdegaviyeke nû de hate bombebarankirin, bi hewla tirsandina xelkê ji pêkanîna kiryarên koçberkirina bi zorê wek heman kiryarên koçberkirinê yên li navçeyên cuda cuda yên Sûriyê hatin pêkanîn.
Encûmena xwecihiya ya bajarê “Elhara” duhî roja sêşemê di daxuyaniyekê de tekez kir ku rijêm bajarê “Elhara” bombebaran dike, bi armanca sepandina mercên xwe û neçarkirina sivîlan li ser xweradestkirinê û çolkirina cih û warên xwe.
Encûmena xwecihî daxwaza bidawîkirina zêdegaviyên leşkerî yên rijêma Esed ji sercem dewletan û konseya ewlekariya navdewletî kir, û ew zêdegaviyên rijêm bikar tîne ji bo anîna milîsên şî’e ji Îranê û guhertina semta şoreşa Sûriyê ber bi şerekî mizhebî yê olî ve, bi “lîhstik” binav kirin.
Herwiha encûmena xwecihî di daxuyaniya xwe de bang li tevaya cîhanê kir ji bo standina helwêsteke rast û vebir ji rijêma Esed ya di daxuyaniyê de bi ” asta yekemîn a terorê di cîhanê de” hatiye binavkirin.
Û ev zêdegaviya rijêma Esed ya li ser parêzgeha Der’a bi giştî û bi taybetî li ser bajarê Elhara yê stratîjî, yekser hatiye piştî belavbûna nûçeyan li ser niyazên rijêmê bo êrîşkirina Der’a û destpêkirina oparesyonên leşkerî yên berfireh, nemaze piştî komkirina hêzeke leşkerî li çend rojên borî li çeperên xwe yên li derdora parêzgehê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê, Rûsiya berpirsyar dît di ber her zêdegaviyeke şer dijî navçeya başûrê Sûriyê, herweha bal kişandibû ku rijêm bi cêbicêkirina fermanên Îranê radibe, û ew bi “desteka dagîrkariya Îranê” binav kiribû.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de gotibû ku “ne dagîrkariya Rûsiya û nejî dagîrkariya Îranê nikarin vîna gelê Sûriyê û têkoşîna wî ya berdewam li dijî stem û dagîrkariyê bişikênin, û xelkê Sûriyê dûr yan nêzîk wê bigihên armancên xwe”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat