Çalakvan Mihemed Hesen ji malpera me re ragihand ku îro roja sêşemê 19 hezîranê, ji encama teqîna mayînên çandî 3ê zarokan jiyana xwe ji dest dan û 3ên din jî birîndar bûn li gundewarê Efrînê.
Mihemed diyar kir ku zarokê bi navê Diyar Seyd û zarokê bi navê Mihemed Remedan li gundê Sînko yê bi ser bajarokê Şera ve jiyan a xwe ji dest dan di encama teqîna mayînek çandî de her wiha 3ên din jî birîndar bûn.
Her wiha zarokekî din li gundê Silo yê bi ser bajarokê Mabeta ve jiyan a xwe ji dest da di encama teqîna mayînek çandî de.
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundên derdorê berî ku derkevin mayin kirine, û di encamê de ta niha bi dehan welatiyên Efrînê jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê