Piştî desteserkirina malên serkirdeyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ji layê girûpên çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve, hin alavên ragihandinê diyar kirin ku PYD wê wan malan li xwediyan vegerîne piştî ku têkilî di navbera serkirdeyên PYD û serkirdên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê derbarê vê mijarê de çêbûne .
Di pêwendiyeke Telîfonî de li gel Hesen Salih cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî û endamê Encumana Kurdî, wî ev nûçe red kirin.
Salih ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku ev nûçeyên ku hatine bilavkirin ne rast in û tu têkilî û danûstendin di navbera wan û PYD de çênebûne.
Salih di riya malpera me re doz li alavên ragihandinê kir ku tu nûçeyan belav nekin berî rastiya wan nas bikin.
Tê zanîn ku di vê heyvê de du girûpên çekdar yên bi ser PYD ve mala kurê Fûad Elîko, û ya xuşka Ibrahîm Biro ku serkirdeyên ENKS ne desteserkirin û penaberên Efrînî tê de bicih kirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê