Çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve, roja Pêncşemê 21 Hezêran ê sê endamên Şepêla pêşeroj ya kurd li Sûriyê demjimêr 8,30 êvarê revandin .
Endamên Şepêlê Riyad Ehmed endamê nivîsgeha têkiliyan di Şepêla pêşeroj de, û Ehmed Ibrahîm û Mîlad Delî endamên heman rêxistinê li bajarê Qamişlo hatin revandin.
Heman aliyê leşkerî şeva bûrî serokê xwecihiya Qamişlo ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Mihemed Deham Eyo ji mala wî revand û ew ber bi cihekî ne diyar ve bir.
Derbarê binçavkirina Eyo emaneta giştî ya ENKS daxuyaniyek belavkir têde kiryarên PYD şermezar kirin û doza serbestberdana Eyo kir û kiryarên PYD bi kiryarên terorî wesif dan.
Tê zanîn ku hejmarek endam û serkirdên ENKS di zindanên PYD de binçavkirî ne û çarenivîsa wan ne diyare.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê