Firokên Rûsiya û hêzên rijêmê û milîsên terorîst yên Îranê bi dirêjahiya çar rojan berdewam in di zêdegavî û êrîşên xwe yên esmanî û bejayî li ser navçeya başûrê Sûriyê ya rizgarkirî, û NY ji aliyê xwe ve daxuyaniyek derbarê vê yekê belav kir û têde nîgeraniya xwe ya mezin li ser jiyana bi sedhezarên sivîlan xuya kir.
Duhî NY di daxuyaniya xwe de gotibû: “ew hest bi nîgeraniyeke mezin dike li hember jiyana 750 hezar sivîlên başûrê rojavayê Sûriyê, ku êrîşa leşkerî bûye sedema koçberkirina sivîlên parêzgeha Der’a ber bi sînorê Urdinê ve”.
Û daxuyaniya NY hat piştî belavbûna raport û wêneyên koçberkirina bi sedhezarên sivîlan ber bi gundên sînorî yên li parêzgeha Qonêtira piştî bombebarankirina bajar û bajorokên Der’a bi mûşek û rokêtên tank û topan ji aliyê rijêma Esed û milîsên wê yên li Siwêda.
NY tekez kir ku êrîş û oparesyonên li ser parêzgeha Der’a û ligor raport û nûçeyên pêr roja çarşemê, ku 20 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn, 11 ji wan ji Der’a bûn.
Herwihz berdevkê sikirtêrê giştî yê NY Stephen Dugrick, di kongirekî rojnamevanî de li baregeha NY li Niyoyork, gotibû ku hest bi nîgeraniyê dike, derbarê rewşa zêdebûna tundutîjiyê li parêzgeha Der’a li başûrê sûriyê, û daxwaza standina sercem rêşûnên pêwîst ji bo parastina sivîlan û azadiya çûn û hatinê û parastina jêrxana bingehîn kiribû.
Ev yek hat piştî ku ji aliyê hêzên Esed rê li pêşiya sivîlên ku ji bombebaranê û kiryarên leşkerî baz didin hatin girtin, tevlî girtina rêbuhêrkan ji bo nehêlana derbaskirina kelupelan, û navên şeş şehîdan bi sedema êrîşên esmanî û bejayî yên hêzên rijêmê û milîsên terorîst yên Îranê û bi taybetî milîsên Hizibulaha terorîst li ser parêzgeha Der’ayê li herdu rojên çarşem û pêncşemê ji aliyê ofîsa dikumentkirina navên şehîdan ve hatin tomarkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî