Hejmarek kesayetên şoreşger yên bajarê Reqayê daxwaza derketina milîsên PYD ji bajêr kirin, û ew partî bi desthilateke dîfakto binav kirin ku tawan binpêkirinan derheqê sivîlan dike.
Di daxuyaniyekê de, ya Doh Pêncşemê piştî damezirandina Desteya “Tevgera Sivîl li Reqa”hatibû derxistin, wan kesayetiyên şoreşger ên Reqayê diyar kirin ku armanca wan ew e, yekkirina karînan û pêşxistina karê şoreşgerî û siyasî li parêzgehê, ji bo rawestana li dijî kiryar û binpêkirinên ku ew milîs pêk tînin.
Daxuyaniyê got ku karê sivîl ê niha li Reqa dibe bo derxistina milîsên PYD ya destê xwe daniye ser rewşa siyasî, mîna karê şoreşgerî yê berê di sala 2011-2012an de dibû.
Daxuyaniyê tekez kir ku di heman dema ew xwestekên sereke û bilez yên xelkê Reqa li xwe digrin, ew soza karê aştiyane didin bo pêkanîna van xwestekan li gor mekanîzmên karê sivîl.
Û xwestekên ku Deste li gor daxuyaniyê li xwe digre ew in, berçebûna xaka Sûriyê red dikin, û parêzgeha Reqa beşeke nayê veqetandin ji xaka Sûriyê dibînin, herwiha leşkeriya neçar û her hewleke tekalî red dikin, û dawaza dubare-aktîvkirina dezgehên dewleta Sûriyê yên xizmetguzariyê, bêyî vegera rejîma Esed û dezgehên ewlekariya wê.
Daxuyaniyî tekezî kir li ser ku pêwîste Hevpeymaniya Navdewletî bi berprisyaretiya xwe rabe li gor Cinêv 4 û bendên din ên bi ser ve, û dest bi nûavakirinê bike, û zerermendan qerebo bike, û seqayekî aram ji bo vegera xelkê bo deverên wan dabîn bike.
Daxuyaniyê daxwaz kir ku rê li ber komîteyên mafperwerî û malbatên xelkê windayî bê vekirin, ji bo çarenivîsa wan bizanin, û danîna tevahiya zanyariyên li cem hevpeymaniyê û QSD li ber destê wan.
Herwiha daxwaza lidarxistina kongrekî xwecihî bo tevahiya pêkhateyan kirin, û komîteyeke hilbijartî jê derkeve, û dema 60 rojî pê bê dan, ji bo encûmena parêzgehê û nivîsgeheke cîbicîkar û desteyeke dadwerî hilbijêre, û tişta ku ji vî kongirî derkeve desthilatên demkî bin heta dabînkirina seqaya lidarxistina hilbijartinên demokratî ên rasterast ji aliyê xelkê ve li gor pransîpên navdewletî.
Li bajar û bajarokên Reqayê xwepêşandan û nerazîbûn li dijî milîsên PYD têne lidarxistin, bi sedema kiryarên terorîstî yên ku li dijî sivîlan pêk tîne, û xwepêşanderan daxwaza derbixina wan milîsan ji bajêr kir, û rêvebirina bajêr radestî xelkê wê yê xwecihî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî