Piştî operasiyona leşkerî ya bi serpereştiya rêjîmê û Rûsya li dijî bajar û bajarokên gundewarê Der’ayê , çend encûmenên xwecihî ragihandin ko taxên niştecihan û jêrxane bi berfirehî wêran bûne,û ew herêmine bobelatkirî ne, û hişyarî dan ko dê bobelateke mirovî ya nû derheqê sivîlan de pêk bê.
Encûmenên xwecihî li herêma Ellûcat û Elhîrak û Elmilîha ya rojhelat daxuyaniyek derxistine , têde operasiyona hovane û bombebarana tund ya ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên piştgiriya wan dikin tekez kirin, û diyar kirin ko çendîn cûreyên çekên giran bikar anîne û bombebaran bi firokên cengî û yên perwane tê kirin.
Daxuyaniyê diyar kir ko vê yekê hişt gelek wêranî di avahî û malên niştecihan de pêk bê û sivîl jiyana xwe ji dest bidin, û gelek kes birîndar bibin piraniya wan jî jin û zarok in.
Encûmenên xwecihî bang li hemû rêkxistinên navdewletî û yên mirovî û rêkxistinên mafên mirovan kirin ko bi berpirsiyariyên xwe beraber van xelkên me yên bobelatkirî rabin, û destê alîkariyê bi hemû karînan bo wan dirêj bikin.
Alavên ragehandinê yên xwecihî gotin ku bombebarana rêjîmê ya tund li ser bajar û gundên gundewarê Dera armanc jê ew e ko fişarê bidin ser niştecihan da ko wan koçber bikin.
Rojên dawî, bi dehan kes di nav wan de zarok û jin hebûn bi sedema operasiyonên leşkerî şehîd ketin, gundên gundewarê Dera yê bakur û bi taybetî bajarokên Ellûcat û Besir Elherîr û Elhîrak û Elmilêha ya rojhelat û Nahîta ketine ber bombebaraneke tund de, hişt ko gelek malbat ber bi deşt û biyabanan ve derbider bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî