Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Raporên Girûpên Kar û Nûneratiyên Hevbendiyê li Ber Çavan Datîne û Gotûbêj Dike

January 26, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Desteya Siyasî Raporên Girûpên Kar û Nûneratiyên Hevbendiyê li Ber Çavan Datîne û Gotûbêj Dike

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, duh pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, û pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosya Sûriyê de gengeşe kirin, rojeva heftiya bê nirxand, û li raportên karê desteyan û girûpên kar guhdarî kir.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî el-Behra û cîgirên serok agahî li ser karên xwe yên di heftiya borî de dan.

Amadeyan kurteya civînên dualî di navbera Hevbendiya Niştimanî û serkirdeyên pêkhateyên wê de ku heta niha hatine lidarxistin berçav kirin, civîna ligel serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd û serkirdayetiya Tevgera Ixwanan li Sûriyê beşek ji wan bû, wek rêxweşkirinê ji bo civînên ku dê nûnerên hemû pêkhateyên Hevbendiyê tê de beşdar bibin, her weha hevdîtinên li gel nûnerên partî û tevgerên din ên siyasî yên Sûriyê yên dervî Hevbendiyê.

Di wan civînên ku hatin lidarxistin de, gotûbêj li ser gelek mijarên girêdayî pirsa Sûriyê û pêşhatên wê û piroseya siyasî hatin kirin, her weha rûdanên niha li navçeyê çêdibin û xalên pehn ên plana karê Hevbendiyê hatin gotûbêjkirin, û behsa pêwîstiya peywendiyan bi awayekî rolane ji bo hevrêzkirina helwestan di navbera serkirdayetiya Hevbendiyê û serkirdeyên pêkhateyên wê de, her weha di navbera wê û partî û şepêlên din ên siyasî ên ne di nav Hevbendiyê de hat kirin.

Nûnerên Hevbendiya Niştimanî li welatên dost û yên bira û ofîsa Hevbendiyê li Ezazê û ofîsên wê li Mêrsîn, Dîlok û Hatayê, raporên xebata xwe yên şopandina kar û barên Sûriyan li bajar û welatên penaberî û dîasporayê pêşkêş kirin, û behsa hemû rêyên ji bo alîkarîkirina wan û dabînkirina asankariyên pêkan, û peywendiya ligel berpirsên pêwendîdar li wan welatan ji bo agahdarkirina wan ji pêşhatên dawî yên derbarê rewşa sûrî kirin.

Her wiha endaman behsa xebatên kongirê Astanayê û daxuyaniya dawî ya ku ji aliyê wê ve hatiye derxistin kirin, û pêwendiyeke vîdyoyî bi serokê şanda Astana re hat pêkanîn, ji bo guhdarîkirina li kurte şiroveya wî ya derbarê kongir de, tê de tekez kir ku gotinên li ser pêkanîna operasiyoneke leşkerî yan li ser guhertinan di hêlên kêmkirina pevçûnan û agirbestê de tên gotin tuneye ne rast in, û got ku di civînê de tekezî li ser pêwîstiya kar ji bo aramkirina rewşa Idlibê û rawestandina binpêkirinên ji aliyê rêjîmê ve pêk tên û pabendbûna hemû aliyan bi lihevhatinên leşkerî yên ku berê çêbûne hat kirin, her weha behsa pêwîstiya avêtina gavên ku dê bibin sedema pêşketin û destkeftan di dosyaya girtiyan de hat kirin, û got ku viyan li bal dewletan heye ku careke din dest bi civînên Komîteya Destûrî were kirin,

Koordînatora Girûpa Kar a  Rêxistinên Civaka Sivîl di hevbendiyê de Naziha Silo, şiroveyek pêşkêş kir, li ser komxebata ku tê plankirin di sibata bê de li bajarê Gazîentabê bi beşdariya komek rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyê li dar bikeve, û diyar kir ku komxebat dê gelek mijarên girîng wek bersivdana hewcedariyan, alîkarî, pêşxisina xwecihî, pirosesa xwendinê li Sûriyê û xizmetguzariyên tendirustî û dosyayên din ên bi karûbarên Sûriyê re têkildar in gengeşe bike, bi armanca gihiştina planeke niştimanî ji bo pêşxisina bakurê Sûriye, da ew pilan ji aliyê hikûmeta demkî ya Hevbendiyê ve bê bicîanîn.

Kesên amade li raporên xebatê yên Girûpa Karê Yasayî û Mafên Mirovan û ya Karê Olan û ya Partiyên Siyasî û ya Penaber û Koçberan guhdarî kirin.

Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Tags: Desteya Siyasî
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Delwan: Dosyaya Girtiyan Ne Cihê Goftûgo û Danûstandinê ye

Delwan: Dosyaya Girtiyan Ne Cihê Goftûgo û Danûstandinê ye

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.