Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, duh pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, û pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosya Sûriyê de gengeşe kirin, rojeva heftiya bê nirxand, û li raportên karê desteyan û girûpên kar guhdarî kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî el-Behra û cîgirên serok agahî li ser karên xwe yên di heftiya borî de dan.
Amadeyan kurteya civînên dualî di navbera Hevbendiya Niştimanî û serkirdeyên pêkhateyên wê de ku heta niha hatine lidarxistin berçav kirin, civîna ligel serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd û serkirdayetiya Tevgera Ixwanan li Sûriyê beşek ji wan bû, wek rêxweşkirinê ji bo civînên ku dê nûnerên hemû pêkhateyên Hevbendiyê tê de beşdar bibin, her weha hevdîtinên li gel nûnerên partî û tevgerên din ên siyasî yên Sûriyê yên dervî Hevbendiyê.
Di wan civînên ku hatin lidarxistin de, gotûbêj li ser gelek mijarên girêdayî pirsa Sûriyê û pêşhatên wê û piroseya siyasî hatin kirin, her weha rûdanên niha li navçeyê çêdibin û xalên pehn ên plana karê Hevbendiyê hatin gotûbêjkirin, û behsa pêwîstiya peywendiyan bi awayekî rolane ji bo hevrêzkirina helwestan di navbera serkirdayetiya Hevbendiyê û serkirdeyên pêkhateyên wê de, her weha di navbera wê û partî û şepêlên din ên siyasî ên ne di nav Hevbendiyê de hat kirin.
Nûnerên Hevbendiya Niştimanî li welatên dost û yên bira û ofîsa Hevbendiyê li Ezazê û ofîsên wê li Mêrsîn, Dîlok û Hatayê, raporên xebata xwe yên şopandina kar û barên Sûriyan li bajar û welatên penaberî û dîasporayê pêşkêş kirin, û behsa hemû rêyên ji bo alîkarîkirina wan û dabînkirina asankariyên pêkan, û peywendiya ligel berpirsên pêwendîdar li wan welatan ji bo agahdarkirina wan ji pêşhatên dawî yên derbarê rewşa sûrî kirin.
Her wiha endaman behsa xebatên kongirê Astanayê û daxuyaniya dawî ya ku ji aliyê wê ve hatiye derxistin kirin, û pêwendiyeke vîdyoyî bi serokê şanda Astana re hat pêkanîn, ji bo guhdarîkirina li kurte şiroveya wî ya derbarê kongir de, tê de tekez kir ku gotinên li ser pêkanîna operasiyoneke leşkerî yan li ser guhertinan di hêlên kêmkirina pevçûnan û agirbestê de tên gotin tuneye ne rast in, û got ku di civînê de tekezî li ser pêwîstiya kar ji bo aramkirina rewşa Idlibê û rawestandina binpêkirinên ji aliyê rêjîmê ve pêk tên û pabendbûna hemû aliyan bi lihevhatinên leşkerî yên ku berê çêbûne hat kirin, her weha behsa pêwîstiya avêtina gavên ku dê bibin sedema pêşketin û destkeftan di dosyaya girtiyan de hat kirin, û got ku viyan li bal dewletan heye ku careke din dest bi civînên Komîteya Destûrî were kirin,
Koordînatora Girûpa Kar a Rêxistinên Civaka Sivîl di hevbendiyê de Naziha Silo, şiroveyek pêşkêş kir, li ser komxebata ku tê plankirin di sibata bê de li bajarê Gazîentabê bi beşdariya komek rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyê li dar bikeve, û diyar kir ku komxebat dê gelek mijarên girîng wek bersivdana hewcedariyan, alîkarî, pêşxisina xwecihî, pirosesa xwendinê li Sûriyê û xizmetguzariyên tendirustî û dosyayên din ên bi karûbarên Sûriyê re têkildar in gengeşe bike, bi armanca gihiştina planeke niştimanî ji bo pêşxisina bakurê Sûriye, da ew pilan ji aliyê hikûmeta demkî ya Hevbendiyê ve bê bicîanîn.
Kesên amade li raporên xebatê yên Girûpa Karê Yasayî û Mafên Mirovan û ya Karê Olan û ya Partiyên Siyasî û ya Penaber û Koçberan guhdarî kirin.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî