Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Yasir Delwan, tekez kir ko dosyeya girtiyan ne cihê danûstandin û bazaran e, û rexne li civaka navdewletî kirin der barê ku ew bi rêjîma Esed re negihiştiye çi awayê lihevkirinê ji bo azadkirina girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa wan kesên bi darê zorê hatine windakirin.
Delwan da xuyakirin ku ew nikare dengê kesên di girtîgehê de bi wî re dihatin îşkencekirin ji bîr bike û wiha got: “Dengê hevalê min ê ku min ew di hucreya 12’emîn a Girtîgeha el-Xetîbê de nas kiribû, hê jî li ber guhê min e û çarenûsa wî hîn jî nediyar e.”
Delwan tekez kir ku pirsa girtiyan pirseke bingehîn e û girtî ne tenê hejmareke tê nivîsîn in, lêbelê her girtiyek xwedî malbat, dê, bav, xwişk, jin û mêr û zarok e.
Delwan tekez kir ku girtina sîstematîk û windakirina bi darê zorê li dijî gelê Sûriyê, tawaneke cengê ya mezin e, û divê tawankar li gorî yasaya navdewletî û yasaya mirovî ya navdewletî bên cezakirin, û daxwaza aktîvkirina karê mîkanîzma navdewletî kir ji bo sizadana tawankarên cengê li Sûriyê.
Delwan tişta ku Holenda û Keneda kirin bi riya destpêkirina dozekê li dijî rêjîma Esed li bal Dadgeha Navdewletî ya Dadweriyê derbarê eşkencekirinê bilind nirxand, û daxwaz ji welatên dost kir ku li ser heman rêyê berdewam bin ji bo bidestxistina dadweriyê ji Sûriyan re û standina mafên wan ji tawankaran.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî