Çalakvan Mihemed Hesen ji malpera me re ragihand ku îro roja şemiyê 28 -7-2018, ji encama teqîna mayînek çandî li gundewarê Efrînê, welatiyakî jiyana xwe ji dest da û 2ên din birîndar bûn.
Hesen diyar kir ku welatiyê bi navê Ebdil Mecîd Xelîl, (70) salî ye, li gundê Soxankê yê bi ser bajarokê Şêrewa ve, ji encama teqîna mayînek çandî jiyana xwe ji dest da, her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn.
Her wiha Hesen da zanîn ku dema Xelîl û jina bi navê Xêriyê Mihemed û jineke din diçûn nav darên xwe ji bo hêjîran ji daran bikin, mayînek çandî teqiya û di encamê de Xelîl jiyana xwe ji dest da û herdû jin jî birîndar bûn.
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundewarê wî berî ku derkevin mayin kirin, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê