Li ser banga Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS welatiyên bajarê Qamişlo bîranîna duyemîn a teqîna taxa Xerbî li cihê bûyerê îro Înê 27tîrmehê vejandin.
Welatiyan wêneyên pakrewanên teqînê hilgirtin û mûm vêxistin berî ku kêlîkeke bê deng li ser canê pakrewanê teqîna Qamişlo û yê şoreşa Sûrî rerawestin.
Gotina Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ji hêla Ebdulsemed Xelef Biro endamê komîta serokatiya ENKS hate xwendin, têde spasiya kesên beşdarbûyî kir û li ser hûrgiliyên teqînê û encamîn wê axivî.
Her weha Biro li ser rewşa Sûriyê bi giştî û ya deverên Kurdî bi taybetî axivî, û bi şêweyekî berfireh li ser pêşhatên dawî axivî û got: “Bûyerên dawî tekez dikin ku siyasetên yek alî ê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD bi rêve dibirin têkçûn û ew siyaset bûn sedemên êş û azarên ku li deverê rûdidin” .
Biro bi berdewamiya axaftina xwe de doz li hemû hêzên Kurdî kir ku piştgiriya ENKS bikin da ku mafê gelê kurd di destûra Sûrî de cîbicî bibe.
Gotina saziya pakrewanan ji hêla mûnîb Ehmed ve hate pêşkêşkirin, têde li ser karê saziyê ji malbatên qurbaniyan re axivî.
Tê zanîn ku di 27 Tîrmeha 2016 de kemyonek bumbekirî li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo teqiya, di encamê de 70 wlatiyên sivîl bûn pakrewan, û bi sedan birîndar ketin ji bilî ziyanên madî ên mezin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê