Serokê desthilata Libnanê Se’ed Elherîrî, duh piştî civîna firakisyona Paşerojê, ragehand ko ew seredana Sûriyê û hevdîtina Beşar Elesed di çi rewşê de be red dike, eger ev redkirin bihêle ez dest ji post û karê xwe jî berdim, li gora gotina wî.
Elherîrî got: ‘’ Hîç ez seredana Sûriyê nakim, ne di demeke nêzîk nejî dûr de, çi çêbibe bila bibe, eger berjewendiya Libnanê xwest, hûn dê yekî din li şûna min bibînin.‘’
Elherîrî mat dimîne çawa hinek Libnanî sûr in li ser vegerandina peywendiyan bi rêjîma Esed re, û derbarê hewildana hinekan bo xurtkirina van peywendiyan got: ‘’ Hin siyasetmedarên Libnanî berî derbiderên Sûrî ber bi Sûriyê dibezin‘’.
Her weha Elherîrî rexneya rêjîma Esed kir, bo yasaya hejmar 10, û destnîşan kir ko amanc ji yasaya hejmar 10 ya ko rêjîma Esed derxistiye ew e, nehêle Sûrî li malên xwe venegerin.
Berê jî serokê desthilata Libnanî Se’ed Elherîrî rêjîma Esed bi kuştina bavê xwe serokwezîrê desthilata Libnanî yê berê Refîq Elherîrî tawanbar kiriye, ko di teqînekê de li Beyrûtê sala 2005ê hate kuştin, û bêtir got: ‘’ Her pênc tawanbarên kuştina bavê min ji hizbulah in, û her kes zane kê ferman daye, ew Beşar Elesed e.‘’
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî