Tora Sûrî ya Mafên Mirovan girtina 647 kesan di meha Tîrmeha derbasbûyî de belgeh kiriye, ku piraniya wan li ser destê Hêzên rejîmê hatibûn girtin, û tekez kir ku ew hêz siyaseta îşkence û tundiyê li dijî sivîlan bikar tînin, û wan ji mafên wan ên sereke bêpar dikin, ku di beyanemeya cîhanî ya mafên mirovan de hatiye.
Toreyê destnîşan kir ku 419 kes li deverên rejîmê hatine girtin, di nava wan de 51 jin û 36 zarok, herwiha 647 kes di heyama meha Tîrmehê de li ser destê hêzên rejîmê hatine girtin, di heman dema ku hin raportên din lîsteyên bi navên bihezaran şehêdên ku li jêr îşkenceyê de jiyana xwe jidest dabûn belgeh kiribûn , ku rejîma Esed ew lîste belav kir da ku keysê ji xelkê bîne.
Toreyê di raporta xwe de lêzêde kir ku hêzên rejîmê û milîsên piştevaniya wê dikin, di meha Tîrmehê de helmeteke berfireh ya girtinê derheqê sivîl û xwendekar û fermanberan destpê kir, û kesên temenên wan di navbera 18-42 salan de ye, bi hinceta leşkeriya neçar digirin,û tekezî li ser pêwîstiya şopandina dosya girtiyan kir, ya di encamê de ji destpêka şoreşê de bêhtir ji nîv milyonî di nava wan de jin û zarok hêj çarenivîsa an nediyar e.
Raportê da zanîn ku Toreyê hebûna 118 hezar girtiyên Sûrî bi nav belge kiriye, û li gor pêşbîniyan hejmar gelekî ji vê yekê zêdetir e, û dxawaz ji civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê kir ku bilez tevbigere û lêpirsînê di vê dosyê de bike, herwiha daxwaz ji komîteya navdewletî ya serbixwe û Neteweyên Yekbûyî û aliyên gerantor ji dosya Sûriyê re kir, ku berpirsyariya xwe hilgirin û li wan belgan temaşe bikin ku ew bi xwe tawan e li dijî mirovahiyê.
Her girêdayî vê mijarê, prosêsa eşkerekirina navên qurbaniyên di jêr îşkenceyê de di zindanên rejîmê de berdewam dike, piştî şandina lîsteyan ji bo dezgehên regeznameyê li tevahiya parêzgehan, û hejmara herî mezin ya qurbaniyan li bajarê Dareya bi hezar navî bû, Herwiha 750 şehîd ji Hesekê, û 550 ji Helebê, û 460 ji Muedemiyê û 30 şehîd ji Yebrûd.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê