Zincîra eşkerekirina tawanên li hemberî girtiyan di girtîgehên rejîma Esad de berdewam e, piştî şandina lîsteyên navên qurbaniyên di bin îşkenceyê de ji bo qeydên nifûsê, ku navê nivîskar Abdul Hadî Qaşit di dumahîk lîstê de hatiye.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê piştrast dike ku rijêm cudahiyê nake di navbera dijberên xwe yên şervan û nivîskar de , û rejîma Esed her mafxwazekî yan kesekî ku rexnê li karê wî dike wek dijminê xwe dibîne.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Niştimanî ya ji bo berevaniya girtiyan, daxwaz ji Almanya û Fransa kiribû, ji bo avakirina komeke navdewletî ligel Tirkiyê û hejmarek ji welatên dost, û bilez biçin Konseya Ewlekariyê ji bo doza serbestberdana hemû girtiyên di girtîgehên rijêma Esed de, û girtiyan bi tenê nehêlin li ber kiryarên zêdetir ên di girtîgehan de, ji ber rijêm sûd û mifayê ji bêkariya civaka navdewletî li hember parastina girtiyan dibîne.
Li gorî çalakvanên xwecihî, ji kesukarên nêzîk ên Qaşit, ew yek ji rojnamevanên çalak bû ku berdewam ji aliyê dezgehên ewlekariya rijêmê li bajarê Helebê ji berî şoreşê jî dibin çavdêrî û astengiyan de bû, û bal kişandin ku zanyarî derbarê wî piştî binçavkirinê bi carekî hatin birîn.
Herwiha ku kuştina 12 medeyakaran di girtîgehên rijêma Esed de her ji çiriya yekê sala 2013’an ji komîteya azadiyên rojnamevaniyê ya ser bi Komeleya rojnamevanên sûrî hatibû dokumentkirin, û di nav wan de navê Qaşit hatibû ragihandin, û li gorî çalakvanên xwecihî, navenda muxaberatên esmanî dumahîk cih bû Qaşit lê hatibû dîtin.
Û rojnamevan Qashit li bajarê Helebê di sala 1967 de ji dayîk bûye, bi nivîsîna kurteçîrokan û rexneya wêjeyî û şanoyî hatibû naskirin, û di gelek êvarên wêjeyî û festîval û pêşbaziyan de beşdar dibû, û çend xelat bi dest xistine, di nav wan de xelata yekemîn ya Yekîtiya nivîskarên Yekîtiya Ereban li Helebê di sala 1998 de, li ser çîroka wî “Nameya ji bo birêz Rêveberê giştî,” û pirtûkek wî ya kurteçîrokan jî heye bi navê “Encamên hebûna wijdan”, û ev pirtûka wî ya pêşîn û dawîn ya çîrokan bû, berî ku rêjîma Esed jiyana wî di bin îşkenceyê de bi dawî bike.
Di rojên dawî de gelek xwenîşandan li Sûriyê û derve lidar ketin, ji bo şermezarkirina twanên şer ên rejîma Esed li dijî girtiya.
Herwiha vê mijarê cihekî berfireh li media û çapemeniya navdewletî de girt, û Rojnama “Welt” ya Almanya raportek li ser qurbaniyên îşkenceyê ên girtîgihên rijêma Esed belav kiribû, û têde tekez kiribû ku rêjîm baş dizane ku Îran û Rûsyayê wê bi tenê nahêlin, û lewra wê rabin bi jinavbirina her kesê bibe rêgir li pêş kontrola rejîmê li ser tevaya Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat