Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Ehmed Bekûra dilgiraniya xwe ya kûr anî ziman der barê raporên navdewletî yên ku roniyê didin ser êş û azarên gelê Sûriyê ji encama gurbûna şerê di navbera Israîla dagîrker û milîsên Hizbullaha tirorist de li Libnan û Sûriyê, û tekez kir ku sivîlên Sûriyê yên ji tundûtûjiyê direvin rastî metirsiyên mezin û derbiderbûnê tên û ev yek qeyrana mirovî aloztir dike.
Bekûra amaje bi daxuyaniya Encumena Mafên Mirovan (A/HRC/57/L.11) kir, ku tê de tekez kiriye ku Sûriya ji bo vegera kesên direvin ne ewle ye ji ber binpêkirinên berdewam, di nav de girtinên kotekî, windakirinên bi zorê û îşkenceyê.
Bekûra herweha bal kişande ser raporta Humen Right Watch, ya tê de tekez kiriye ku Sûrîyên ji Libnanê direvin rastî metirsiya tepeserkirin û çewsandinê li ser destê rêjîma Esed tên, di nav de windakirina bi zorê û îşkencekirin, û wê rêxistinê çar haletên girtinê di dema dawî de belge kirine. Û tekez kir ku ev binpêkirin nîşan in ku jîngeheke ewle ji bo vegera kesên direvin tune ye û vegera wan metirsiyê li ser jiyana wan peyda dike.
Bekûra herwiha amaje bi raporta Tora Sûrî ya Mafên Mirovan kir, ku tê de girtina 26 kesan belgeh kiribû, jinek jî di nav wan de hebû, ji wan kesên di navbera 23 Îlonê û 25ê cotmeha 2024an de ji Libnanê vegeriyabûn, û yek ji wan di navendên binçavkirinê yên rejîmê de bi îşkenceyê hatibû kuştin.
Bekûra tekez kir ku ev tiştê dibin nîşan in ku metirsiyên mezin li pêşiya kesên ku vedigerin hene, û sozên rêjîmê yên garantîkirina ewlehiya wan ne cihê aweriyê ne, her weha got ku raporta “Navenda Wisûl ya Mafên Mirovan” piştrast kir ku Sûriyên ku ji Libnanê direvin, li Libnanê rastî şert û mercên jiyanê yên dijwar tên, di nav de nebûna xizmetguzariyên bingehîn û cihêkariya li dijî wan tê bikaranîn, ev yek dihêle ku gelek ji wan bixwazin vegera Sûriyê tevî metirsiyên li pêşiya wan hene.
Bekûra careke dî rexne li daxuyaniyên Komîserê Bilind ê Penaberan ê Netewên Yekgirtî Fîlîpo Grandî kirin û got ku ew daxwiyanî bi bêbingeh û bilez û dûrî rastiyê ne, û da zanîn ku ew baweriya wî ya bi karîna rejîmê ya garantîkirina ewlehiya kesên vedigerin, bê bingeheke rasteqîn e û rîskên li pêşiya kesên direvin paşguh dike.
Bekûra bal kişand ser wê yekê ku hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî vê nêrînê ne li gor nîşanên zelal ên metirsiya rewşa Sûriyê tekez dikin, û ji Komîserê Bilind xwest ku şaşiya we serrast bike û mukur were ku rewşa Sûriyê ji vegera kesên reviyayî re ne ewle ye, û hişyarî da derbarê ku ev helwest jiyana kesên reviyayî dixe metirsiyên mezin de û gefê li ser mafên mirovan bi giştî bi awayekî yekser peyda dike.
Bekûra tekezî li ser pêwîstiya ku Komîseriya Penaberan UNHCR pabendîyê bi erkên xwe yên ji bo parastina mafên penaberan bike û garantiyê bide derbarê dema ku ew vegerin rastî ti metirsiyê neyên.
Herwiha Bekûra tekezî li ser giringiya hevkarîya bi hevparên navdewletî re kir, ewên ku rêzê li mafên mirovan digirin û pabend in bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêwendîdar, wek biryarên 2118 û 2254, weke take rêya pêkanîna aştiyeke berfireh û daddar ku mafên Sûriyan diparêze û vegera bi dilxwazî û ewle garantî dike.
Di dawiya daxuyaniyên xwe de, Bekûra daxwaz ji civaka navdewletî kir ku hewlên xwe yên ji bo piştgirîkirina Sûriyên ku ji Libnan û Sûriyê direvin bêhtir bike, û parastina wan û dabînkirina şert û mercên guncaw ji bo jiyana wan a rûmetdar garantî bike, û tekez kir ku çareseriyên domdar hewcedarî pabendbûna bi parastina mafên mirovan û hevkariya navdewletî ne, ji bo peydakirina aramiyê li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî