Friday, May 23, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Dilgiraniyeke mezin heye derbarê şerê li libnanê û bandora wê rewşê li ser kesên reviyane Sûriyê

October 30, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Dilgiraniyeke mezin heye derbarê şerê li libnanê û bandora wê rewşê li ser kesên reviyane Sûriyê

Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Ehmed Bekûra dilgiraniya xwe ya kûr  anî ziman der barê raporên navdewletî yên ku roniyê didin ser êş û azarên gelê Sûriyê ji encama gurbûna şerê di navbera Israîla dagîrker û milîsên Hizbullaha tirorist de li Libnan û Sûriyê, û tekez kir ku sivîlên Sûriyê yên ji tundûtûjiyê direvin rastî metirsiyên mezin û derbiderbûnê tên û ev yek qeyrana mirovî aloztir dike.

Bekûra amaje bi daxuyaniya Encumena Mafên Mirovan (A/HRC/57/L.11) kir, ku tê de tekez kiriye ku Sûriya ji bo vegera kesên direvin ne ewle ye ji ber binpêkirinên berdewam, di nav de girtinên kotekî, windakirinên bi zorê û îşkenceyê.

Bekûra herweha bal kişande ser raporta Humen Right Watch, ya tê de tekez kiriye ku Sûrîyên ji Libnanê direvin rastî metirsiya tepeserkirin û çewsandinê li ser destê rêjîma Esed tên, di nav de windakirina bi zorê û îşkencekirin, û wê rêxistinê çar haletên girtinê di dema dawî de belge kirine. Û tekez kir ku ev binpêkirin nîşan in ku jîngeheke ewle ji bo vegera kesên direvin tune ye û vegera wan metirsiyê li ser jiyana wan peyda dike.

Bekûra herwiha amaje bi raporta Tora Sûrî ya Mafên Mirovan kir, ku tê de girtina 26 kesan belgeh kiribû, jinek jî di nav wan de hebû,  ji wan kesên di navbera 23 Îlonê û 25ê cotmeha 2024an de ji Libnanê vegeriyabûn, û yek ji wan di navendên binçavkirinê yên rejîmê de bi îşkenceyê hatibû kuştin.

Bekûra tekez kir ku ev tiştê dibin nîşan in ku metirsiyên mezin li pêşiya kesên ku vedigerin hene, û sozên rêjîmê yên garantîkirina ewlehiya wan ne cihê aweriyê ne, her weha got ku raporta “Navenda Wisûl ya Mafên Mirovan”  piştrast kir ku Sûriyên ku ji Libnanê direvin, li Libnanê rastî şert û mercên jiyanê yên dijwar tên, di nav de nebûna xizmetguzariyên bingehîn û cihêkariya li dijî wan tê bikaranîn, ev yek dihêle ku gelek ji wan bixwazin vegera Sûriyê tevî metirsiyên li pêşiya wan hene.

Bekûra careke dî rexne li daxuyaniyên Komîserê Bilind ê Penaberan ê Netewên Yekgirtî Fîlîpo Grandî kirin û got ku ew daxwiyanî bi bêbingeh û bilez û dûrî rastiyê ne, û da zanîn ku ew baweriya wî ya bi karîna rejîmê ya garantîkirina ewlehiya kesên vedigerin, bê bingeheke rasteqîn e û rîskên li pêşiya kesên direvin paşguh dike.

Bekûra bal kişand ser wê yekê ku hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî vê nêrînê ne li gor nîşanên zelal ên metirsiya rewşa Sûriyê tekez dikin, û ji Komîserê Bilind xwest ku şaşiya we serrast bike û mukur were ku rewşa Sûriyê ji vegera kesên reviyayî re ne ewle ye, û hişyarî da derbarê ku ev helwest jiyana kesên reviyayî dixe metirsiyên mezin de û gefê li ser mafên mirovan bi giştî bi awayekî yekser peyda dike.

Bekûra tekezî li ser pêwîstiya ku  Komîseriya Penaberan UNHCR pabendîyê bi erkên xwe yên ji bo parastina mafên penaberan bike û garantiyê bide derbarê dema ku ew vegerin rastî ti metirsiyê neyên.

Herwiha Bekûra tekezî li ser giringiya hevkarîya bi hevparên navdewletî re kir, ewên ku rêzê li mafên mirovan digirin û pabend in bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêwendîdar, wek biryarên 2118 û 2254, weke take rêya pêkanîna aştiyeke berfireh û daddar ku mafên Sûriyan diparêze û vegera bi dilxwazî ​​û ewle garantî dike.

Di dawiya daxuyaniyên xwe de, Bekûra daxwaz ji civaka navdewletî kir ku hewlên xwe yên ji bo piştgirîkirina Sûriyên ku ji Libnan û Sûriyê direvin bêhtir bike, û parastina wan û dabînkirina şert û mercên guncaw ji bo jiyana wan a rûmetdar garantî bike, û tekez kir ku çareseriyên domdar hewcedarî pabendbûna bi parastina mafên mirovan û hevkariya navdewletî ne,  ji bo peydakirina aramiyê li Sûriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: LibnanPenaberên Sûrî
Share15TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendiya Niştimanî daxwaza peydakirina mîkanîzmayên kartêker dike ji bo şopandina rewşa kesên ku ji Libnanê tên û misogerkirina ewlehiya wan

Hevbendiya Niştimanî daxwaza peydakirina mîkanîzmayên kartêker dike ji bo şopandina rewşa kesên ku ji Libnanê tên û misogerkirina ewlehiya wan

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.